QSD: Li Şehbayê 13 leşker û çete hatin kuştin

EFRÎN – Navenad Raghandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamên şerê 27`ê mehê ango îro ku li kantona Şehbayê ya herêma Efrînê rû da eşkere kir.

Agahiyên ku di daxuyaniya QSD`ê de hatine parvekirin wiha ye:

ʺLi kantona Şehbayê di navbera hêzên me û Artêşa Tirk a dagirker ji saet 12:30` piştî şev heta saetên sibê şerên giran rû dan.

Di saet 12:30`an êvarê de, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê Tiwêse kirin. Hêzên  me bersiveke tûnd dane êrîşan. Her wiha hêzên me du noqteyên Tirk li gundê Kilcibrîn a bejahiya Ezazê û  bargeheke  din nêzî Marî û bargeheke  Kefre yê nêzî gundê  El-Şealê û noqteyeke çeteyan li Til Malid bi çekên giran  topbaran kir.

Her wiha Artêşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat 51 top avêtin Til Cîcan, Bendava Şehba, El-Hisye, Til Medîq û Til Rifet.

Şerên giran heta saet 5:00`ê sibê dewam kir. Di encama van şeran de, gelek leşkerên Artêşa Tirk û çeteyên Diri El-Firat hatin kuştin. Ji wan 13 kuştî hatin tekezkirin. Ji van kuştiyan 2 li gundê Tiwêse, 2 li Eyn Deqne û zêdetirî 8`an jî li noqteyên din hatin kuştin û gelek leşker û çeteyên din jî  birîndar bûn.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …