QSD: Li Bilbilê 4 çete hatin kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) encamên êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên 24 saetên dawî û berxwedana serdemê ya Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyaniya Navneda Çapemeniya QSD’ê wiha ye:

“Tevî ku Konseya Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî biryara 2401 ya agirbesta li Sûriyeyê pesend kir, lê dîsa jî artêşa Tirk hovîtiya xwe li dijî herêma Efrînê berdewam dike û biryarên navnetewî binpê dike. Artêşa Tirk a dagirker hemû teknolojiya xwe ya leşkerî bi armanca qirkirina gelê Efrînê bikar tîne. Ji ber vê yekê hêzên me neçar man mafê xwe yê xweparastinê bikar bînin û êrîşên dagirkeran bibersivînin. Encamên çalakiyên xweparastinê li herêma Efrînê wiha ne:

Cinderêsê

Ji duh ve û weke berdewamaiya rojên berê navenda Cindirêsê û hemû gundên wê bi çekên giran û êrîşên ezmaî yên artêşa dagirker hatin bombebaran û topbarankirin. Topbaran li dijî van gundan ji duh ve heta dema amadekirina vê raporê bê navbera berdewam dike.

Ji duh heta niha bi sedan top li navend û gundên derdora Cindirêsê ketin û gelek êrîşên ezmanî pêk hatin.

Şiyê

Li eniyên gundên navçeya Şiyê jî pevçûn berdewam in û dagirker çekên giran li dijî gundên Anqelê û Senarê bikar tînin. Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê car bi car êrîşên xwe li van deveran pêk tînin. Êrîşên dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin. Dagirker heta dema amadekirina vê raporê êrîşên xwe bi çekên giran berdewam dikin.

Hêjayî gotinê ye li vê eniyê dagirker beriya sê rojan êrîşên xwe bê navber berdewam dikin. Êrîşa dagirkeran di bin sîwana balefiran û çekên giran de pêk dihatin. Lê dîsa jî şervanên me di cihê xwe de man û hemû êrîşên dagirkeran şikandin.

Li vê eniyê şevê din pevçûn dîsa dijwar bûn û heta berbangê dom kirin, bêyî ku êrîşkar karibin pêşve werin.

Bilbilê

Leşkerên Tirk û komên çete li aliyê gundê Elîcaro êrîş kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û neçar man paş ve vegerin. Di encama pevçûnên li vir 4 çete hatin kuştin û 6 çeteyên din jî birîndar bûn.

Li aliyê gundê Qestel Mixtar dagirkeran êrîş kirin. Li vir jî êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de siwareyeke leşkerî ya êrîşkaran bi temamî hate rûxandin.

Mabeta

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li aliyê navenda navçeya Badîna êrîş kirin. Êrîşa dagirkeran ji aliyê şervanên me ve hat şikandin. Êrîşa dagirkeran li vir di bin sîwana çekên giran de pêk dihat.

Reco

Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li aliyê gundê Bilêlka êrîş kirin. Êrîşa dagirkeran rastî bersiva şervanên me hat û di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bûn. Êrîşên dagirkeran li vir jî di bin sîwana çekên giran de dihat meşandin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …