QSD: Gundê Şêxûrzê û girên derdorê ji Artêşa Tirk hate paqijkirin

EFRÎN – Fermandariya QSD`ê diyar kir ku şervanên wan di encama berxwedana sê rojan de gundê Şêxûrzê û hemû girên derdorê ji Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê paqij kirin.

Fermandariya giştî QSD`ê derbarê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan di encama berxwedana sê rojan de gundên  Şêxûrzê ya li eniya navçeya Bilbilê ji Artêşa Tirk û çeteyên wê yên terorist paqij kirin. QSD’ê da zanîn ku şervanên wan di encama qehremaniya dîrokî de gund û hemû girên derdorê paqij kirin.

Daxuyaniya Fermandariya QSD`ê ya Efrînê wiha ye:

“Yekîneyên leşkerî yên di bin bane hêzên me YPG’ê ku yek ji hêzên serkee yên QSD’ê ye, di sê rojên derbasbûyî de li eniya gundê Şêxûrzê û girê derdora wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û komên terorist ên cîhadî berxwedaneke pir mezin hate nîşandan. Di encama berxwedanê de dijmin li wê eniyê têk çû û gundê Şêxûrzê û girên derdora wê bi temamî hatin paqijkirin.

Bi navê Fermndariya gitşî ya Hêzên QSD’ê em hemû fermndarên xwe yên meydanî, şervan û qehremên xwe yên YPG/ YPJ’ê yên cihê xwe di vê berxwedanê de girtin pîroz dikin.

Di vê derbarê de me şehîdên xwe yên qehreman Botan Efrîn û Welat Heleb ên bi rihê fedayî ku kêm tê dîtin tekoşîn kirin, bibîr tînin.Bi xwîna xwe efsaneyên qehremanî û berxwedanê nivîsandin. Dersên di bawerî û serkeftina veger jê nîne dan. Di bîranîna herdû hevalan de em hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin û soz didin ku em ê xeta wan heta rizgarkirina bosta dawî ji xaka Herêma Efrînê ji destê dagirkerên Tirk û çeteyên wê yên terorist, tekoşîna xwe bidomîn in.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …