QSD: Bîlançoya 1 heta 8’ê sibatê eşkere kir

NAVENA NÛÇEYAN – Navenda Çepemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girêdayî encamên berxwedana serdemê ya Efrînê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji 1’ê Sibatê heta 8’ê Sibatê herî kêm 130 leşkerên Tirk hatine kuştin û gelek tank û alavên leşkerî yên dagirkeran hatine teqandin. Navendê bi berfirehî agahî wiha dan:

Eniya navçeya Bilbilê

  • Di 1’ê Sibatê de li derdora gundê Zehrê di navbera hêzên me û artêşa dagirker a Tirkiyeyê de pevçûn rûdan. Di encamê de 20 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • Di 1’ê Sibatê de li gundê Qurnê siwareyeke leşkerî ya artêşa dagirker û komên terorîst hate rûxandin û kesên tê de jî hatin kuştin.
  • Di 3’yê Sibatê de li gundê Heftaro tankeke artêşa dagirker hate teqandin.
  • Di 3’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê bi çekên giran gundê Şêxorzê topbaran kirin.
  • Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Ebûdanê di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn rûdan û di heman rojê de 6 êrîşên ezmanî li dijî gund pêk hatin.
  • Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Şêxorzê saet di 03:00’an de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn rûdan û di heman demê de balefirên şer gund topbaran kir.
  • Di 4’ê Sibatê de li derdora gundên Şêxorzê û Bilêlka di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û tabûrên terorîst de pevçûn giran rûdan.
  • Di 4’ê Sibatê de li derdora gundê Elî Kera tirekseke artêşa dagirker teqandin.
  • Di 4’ê Sibatê de artêşa dagirker û tabûrên terorîst gundê Qestel Xidriya bi çekên giran topbaran kirin.
  • Di 5’ê Sibatê de li gundê Şîltehtê hêzên me nuqteyeke artêşa dagirker û tabûrên terorîst bi fûzeyan armanc girtin û di encamê de 4 leşker Tirk hatin kuştin.
  • Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst li gundê Çolaqa Xidriya bi çekên giran armanc girtin. Di encamê de sê malên sivîlan hilweşiyan.
  • Di 5’ê Sibatê de yekîneyeke hêzên me komeke leşkerên Tirk û terorîstan li nêzî Girê Bûkê bi fûzeyeke RBG armanc girtin û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • Di 6’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi çekên giran gundê Cela armanc girtin.
  • Di navbera hêzên me û leşkerên Tirkiyeyê û komên terorîst de li aliyê gundê Şêxorzê pevçûnên giran rûdan û di encamê de hejmareke leşkeran hatin kuştinn û panzêreke BMB a dagirkeran hate teqandin.
  • Di 7’ê Sibatê de gundê Qestel Xidriya ji aliyê artêşa dagirker û komên terorîst ve rastî êrîşa bi çekên giran hat.
  • Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi armanca dagirkeriya gundê Şêxorzê êrîşeke dijwar pêk anîn. Di encamê de şervanên me gelek pevçûn li dijî wan pêk anîn û di encamê de bi dehan êrîşkar hatin kuştin.
  • Di 6’ê Sibatê de artêşa dagirker li gundê Şêxorzê bi armanca tunekirina şervanên me û terorîstên xwe di heman demê de êrîşek pêk anî. Di encamê de hinaseya hejmareke şervanên me teng bû û li gorî agahiyan hinaseya nêzî 20 terorîstan jî teng bû. Guman e artêşa dagirker topên bi gazê dagirtî ne bikar anîne.
  • Di 7’ê Sibatê de Hêzên me li dijî nuqteyeke artêşa dagirker û komên terorîst çalakiyek li girê gundê Tobela pêk anî. Di encamê de gir ji destên terorîstan hate rizgarkirin û hejmareke leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndarbûn.
  • Di 7’ê Sibatê de şervanên gundê Baxçe yê li nêzî sînor ji destên dagirkeran rizgar kirin.
  • Di 7’ê Sibatê de di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û terorîstan de li girê gundê Kurrê ya li nêzî gundê Qurnê pevçûnên giran rûdan. Di encamê de gelek ziyanên canî bi dagirkeran bû. Li gorî hatiye piştrastkirin 5 terorîst hatin kuştin û bêtirî 20 cenazeyên çeteyan li qada şer man.
  • Di 7’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî ya dagirkeran desteser kirin.
  • Di 7’ê Sibatê de şervanên me bi fûzeyekê tankeke artêşa dagirker armanc girtin û di encamê de bi temamî hate teqandin.
  • Di 8’ê Sibatê de di navbera şervanên me û leşkerên dagirker û komên terorîst de li gundê Şêxorzê pevçûnên dijwar rûdan. Di encamê de ziyanên mezin bi êrîşkaran bû. Şervanên me piştrast kirin ku 27 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • Di 8’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundê Kotana bi çekên giran armac girtin û di encamê de gelek ziyan bi malên welatiyan bûn.
  • Di 8’ê Sibatê de balefirên artêşa dagirker derdora girê Kevrê Ker armanc girtin.

Eniya navçeya Reco

  • Di 1’ê Sibatê de şervanên me siwareyeke leşkerî ya artêşa dagirker li nêzî Kevrê Ker armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker gundên Elî Begê û Moseka bi çekên giran armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker navenda Reco armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst navneda Reco bi 8 topban armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker çiyayê gundê Çobana armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de di bersivdayîneke şervanên me de li dijî jêderên topbarana dagirkeran 4 terorîst hatin kuştin û di nava wan de fermandarekî tabûra Şuhada Bedir hebû.
  • Di 2’yê Sibatê de li derdora girê Kevrê Ker di navbera şervanên me û leşkerên artêşa dagirker û komên terorîst de pevçûnên dijwar rûdan.
  • Di 2’yê Sibatê de şervanên me alavekeleşkerî ya artêşa dagirker teqandin.
  • Di 2’yê Sibatê de saet di 17:00’an de artêşa dagirker û komên terorîst bi çekên giran navenda Reco û derdora wê armanc girtin.
  • Di 3’yê Sibatê de balefirên artêşa dagirker gundên Cela, Çanîka, Çeqmaqa û çiyayê Bêla armanc girtin.
  • Di 3’yê Sibatê de 4 fûze li derdora navenda Reco saet di 11:00’an de ketin.
  • Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane gundê Xilalka topbaran kirin.
  • Di 5’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane derdora navenda Reco topbaran kirin.
  • Artêşa dagirker û komên terorîst navenda Reco bi çekên giran armanc girtin û 8 top li destpêka bajaroka Reco ketin.
  • Di 6’ê Sibatê de li derdora gundê Dîkmedaşê di navbera hêzên me û leşkerên Tirk û komên terorîst de pevçûn rû dan.
  • Di 6’ê Sibatê de bêtirî 30 topên dagirkeran li derdora gundê Moseka û destpêka bajaroka Reco ketin.
  • Di 7’ê Sibatê de li gundê Bilêlka artêşa dagirker û komên terorîst hewl dan pêşve werin rastî bersiva şervanên me hatin û di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.
  • Di 8’ê Sibatê de li gundê Elbîskê di navbera şervanên me û leşkerên Tirk û komên terorîst de pevçûnên giran rûdan û di encamê de tankek êrîşkaran hate teqandin.
  • Di 8’ê Sibatê de li eniya Kevrê Ker di navbera hêzên me û leşkerên dagirker û terorîstan de pevçûn rûdan.
  • Şervanên me çalakiyeke bi bandor li dijî komeke dijminan pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • Di 8’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi awayekî hovane navenda Reco armanc girtin û 13 top li nava xaniyên sivîlan ketin.
  • Di 8’ê Sibatê de herdu gundên Moseka û Hopka rastî topbaraneke dijwar ji aliyê êrîşkaran ve hatin.
  • Di 8’ê Sibatê de gundên Cela û Çeqmaqa bi awayekî hovane rastî topbarana bi çekên giran ji aliyê êrîşkaran ve hatin.

Eniya Şehba

  • Di 1’ê Sibatê de hêzên me li dijî xalên artêşa dagirker a Tirkiyeyê li nêzî embarxaneyên genim ya li gundê Kebrîn bi 14 fûzeyan armanc girtin.
  • Di 1’ê Sibatê de şervanên me komeke dijminan li gundikê Kecrîn bi sê fûzeyan armanc girtin.
  • Li başûrê Marihê hêzên me du tankên dagirkeran armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de li derdora Kelcibrînê 4 navendên dagirkeran armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de li derdora Marihê hêzên me 9 navendên dagirkeran armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de li derdora bendava Şehba di navbera hêzên me û komên terorîst de pevçûn rûdan.

Eniya navçeya Mabeta

  • Di 2’yê Sibatê de hêzên me di çalakiyekê de 2 leşkerên Tirk kuştin û topavêjên dagirkeran derdora gund armanc girtin.
  • Di 3’yê Sibatê de hêzên me li gundê Mehmila tankeke dagirkeran teqandin û kesên têde jî hatin kuştin.
  • Di 4’ê Sibatê de artêşa dagirker bombeyên ronîkirinê avêtin ezmanê gundên Xelîl Gulko û Alkana, piştî ku li derdora van herdu gundan pevçûnên giran rûdidan.

Eniya Cindirêsê

  • Di 1’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîst bi topan mizgehfta Cindirêsê armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst navenda Cindirêsê û gundê Hemamê bi hovîtî topbaran kirin.
  • Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst taxên rojavayê navenda Cindirêsê di saetên nîvê şevê de bi topan armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de di navbera şervanên me û dagirkeran de li gundên Aşka rojava, Hemam, çiyayê Beyreqdar pevçûnên dijwar rûdan û dagirkeran êrîşên ezmanî li dijî van gundan pêk anîn.
  • Artêşa dagirker û komên terorîst bi topban gundê Hemamê armanc girtin.
  • Li derdora girê Qaziqlî û girê Şehîd Seydo di navbera hêzên me û artêşa dagirker û komên terorîst de pevçûn rû dan.
  • Di 5’ê Sibatê de hêzên me li derdora gundê Hesîrkê tankek teqandin û leşkerên têde jî hatin kuştin.
  • Li derdora gundê Mihemediyê balefirên keşfê geriyan û tiştên reş avêtin eniyên şer lê evan tişt nehatin zanîn ku çi ne.
  • Gundê Dêr Belûtê ji aliyê tank û topavêjên dagirkeran ve rastî êrîşên dijwar hat.
  • Gundê Sindiyankê ji aliyê artêşa dagirker ve rastî êrîşa topan hat.
  • Di 7’ê Sibatê de şervanên me siwreyeke leşkerî li nêzî gundê Hemamê armanc girtin û bi temamî teqandin.
  • Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst mezara şehîd Seydo ya li çiyayê Qaziqlî armanc girtin.
  • Di 7’ê Sibatê de hêzên me bi çekên giran tevgereke dijminan armac girtin. Di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.
  • Di 8’ê Sibatê de li aliyê çiyayê Beyreqdar û di navbera herdu gundên Hemamê û Aşka de di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûnên dijwar rûdan.

Eniya navçeya Şera

  • Di 1’ê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên Baflûnê, Dîkmetaş, Ereb Wêran bi topavêjan armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker a Tirkiyeyê gundên Dêrsiwan, Ereb Wêran, çiyayê Baflûnê, Vîlat El-Qadî bi awayekî hovane bi çekên giran armanc girtin.
  • Di 3’yê Sibatê de hêzên me tirekseke artêşa dagirker armanc girtin û teqandin.
  • Di 4’ê Sibatê de hêzên me li gundê Şîltehtê bi fûzeyan komeke dagirkeran armanc girtin û di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûn.
  • Di 5’ê Sibatê de Hêzên me komeke leşkerên artêşa dagirker li derdora gundê Qestel Cindo bi fûzeyan armanc girtin û di encamê de ziyanên mezin bi wan bûn.
  • Di 5’ê Sibatê de li derdora gundê Dîkmetaş û li girê wê di navbera hêzên me û dagirkeran de pevçûn rûdan.
  • Artêşa dagirker bi topan gundên Meydankê û Çema armanc girtin.
  • Di 8’ê Sibatê de hêzên me li dijî komeke leşkerên Tirk çalakiyek pêk anîn û di encamê de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Eniya navçeya Şêrewa

  • Di 7’ê Sibatê de du top li gundên Basûfanê û Birc Heyderê ketin û di encamê de ziyan bi xaniyên sivîlan bûn.

Eniya navçeya Şiyê

  • Di 2’yê Sibatê de artêşa dagirker bi çekên giran navenda Şiyê armanc girt.
  • Di 2’yê Sibatê de şervanên me du panzêr û siwareyeke leşkerî li derdora gundê Xelîl Gulko teqandin.
  • Di 5’ê Sibatê de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera şervanên me û dagirkeran de pevçûnên giran rûdan û di encamê de 8 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • Di 6’ê Sibatê de Sekvanekî hêzên me li derdora Girê Îzaha yê nêzî gundê Xelîl Gulko du leşkerên Tirk armanc girtin.
  • Di 6’ê Sibatê de şervanên me li Girê Îzaha çalakiyeke bi bandor pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên Tirk hatin kuştin.
  • Di 6’ê Sibatê de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera hêzên me û artêşa dagirker de pevçûnên dijwar rûdan.
  • Hemû eniyên şer ên navçeya Şiyê bi çekên giran û bi awayekî hovane ji destpêka êrîşa li dijî herêma Efrînê ve rastî êrîşan tên.
  • Di 8’ê Sibatê de li derdora gundê Xelîl Gulko hêzên me siwareyeke leşkerî ku doçka li ser ya dagirkeran armanc girt û bi temamî teqand û 11 leşkerên Tirk jî hatin kuştin.

Eniya navçeya Meydankê

  • Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker bi 4 topban dibistana gundê Meydankê û malên sivîlan armanc girt.
  • Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker û komên terorîst bi topan navneda belavkirina ava vexwarinê ku avê ji welatiyên bajarê Efrînê re peyda dike armanc girtin û di encamê de ziyanên mezin bi navendê bûn.

Eniya Ezazê

  • Di 8’ê Sibatê de hêzên me tevgereke dijminan bi çekên giran armanc girtin.

Kobanê

  • Di 4’ê Sibatê de leşkerên Tirk siwareyên sivîlan li gundê Sosik a rojavayê Girê Spî armanc girtin û di encamê de ziyan bi van siwreyan bûn. Hêzên me jêderên agir armanc girtin û li ser vê yekê bi çekên doçka di navbera hêzên me û leşkerên Tirk de pevçûn rûdan.
  • Di 7’ê Sibatê de artêşa dagirker bi tank û topavêjan gundê Zormixarê yê li ber çemê Firatê armanc girtin.
  • Di 2’yê Sibatê de dewleta Tirk hewl da terorîstan derbasî bajarê Girê Spî bike û di navbera hêzên me û van terorîstan de pevçûn rûdan. Di encamê de 4 terorîst hatin kuştin û yên din jî paşve reviyan.

Minbic

  • Di 2’yê Sibatê de çeteyên girêdayî Mertala Firatê û leşkerên Tirk gundê El-Hoşeriyê yê bakurrojhilatê Minbicê û derdora wê bi çekên giran armanc girtin û hêzên me jî bersiva êrîşkaran dan.

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …