Di 10’ê Nîsana 2023’an de hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gorî saeta herêmî saet 18.00’an bersiv dan êrîşa ku bi moşekeke 107 mm pêk hatibû û hêzên Koalîsyonê li rojhilatê Dêra Zorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirbû armanc. Di êrîşan de tu windahî di nav endam, amûr û dezgehên koalîsyonê de çênebû.
Êrîşên bi vî rengî gelê me yê sivîl, hêzên me û hevkarên me yên koalîsyonê dixe metirsiyê û selametiya herêmê têk dibe.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk dê bi hêzên Koalîsyonê re operasyonên xwe yên ji bo parastina aramî û ewlehiyê li seranserî bakurê rojhilatê Sûriyê berdewam bikin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk
12 Avrêl, 2023