HRE’yê êrişa artêşa Tirk û çeteyan bersivand: 5 çete hatin kuştin

 Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê di 12- 13’ê Hezîranê de li Efrînê êrişeke bejahî biriye ser hêzên wan û di encama bersivdana hêzên wan de pevçûn derketiye. Di şer de 5 çete hatine kuştin û 9 çete jî birîndar bûne. Her wiha 3 şervanên HRE’yê di şer de şehîd bûne.

Di daxuyankiya HRE’yê de wiha hate gotin:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn a berxwedana Efrînê de têkoşîna me, bi hêzeke xurt li dijî dagirkeriyê berdewam dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di 12 û 13 Pûşperê de li herêma Efrîn û derdora Ezazê ji bejahî ve êrişek li ser hêzên me li dar xist. Di encama êrişê de pêvçûneke dijwar di navbera hêzên me û artêşa dagirker de rû da. Li hember êrişên artêşa dagirker hêzên me bi lehengî bersiv da û êrişên wan têk birin. Di heman demê de di encama şerê rûdayî de 5 çete hatin kuştin, 9 çete birîndar bûn, 1 seyare hat rûxandin û 1 seyare hat derbkirin, 2 motorsîklêt hatin rûxandin.

3 ŞERVAN ŞEHÎD BÛN

Di vê êrişa dagirkeriyê de 3 şervanên me, piştî berxwedaneke bêhempa tev li karwanê şehîdan bûn. Hevrêyên me Agir Efrîn, Cudî Rustem û Yilmaz Efrîn, di têkoşîna me ya li hember dagirkerî û paşverûtiyê de tu caran bi paş de gav ne avêtin û bi hêrseke mezin şer kirin û gihîştin asta şehadetê. Her sê hevrêyên me, ji têkoşîna yekitiya gelan a li ser hîmê demokrasiyê ku li herêmê tê meşandin, bi dilsoziyeke mezin bawer kir û di oxira vê têkoşînê de canê xwe feda kir. Hevrêyên me Agir Efrîn, Cudî Rustem û Yilmaz Efrîn, bi azweriyeke mezin erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh anîn.

Ji lew re em wek Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan dikin ku em ê tola şehîdên xwe rakin û hesabê ji dagirkeran bipirsin. Di şexsê her sê hevrêyan de tevahî şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …