Dewleta Tirk bi rêya guhartina demografiyê bingeha fitneyan di navbera gelan de ava dike’

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêdûr Xelîl gotʺ Dewleta Tirk bi rêya guhartina demografiyê ku li Efrînê radibe, bingeha pevçûn û fitneyan di navbera gelê Kurd-Ereb-Turkmen ava dike û bi çarenûsa nifşên pêşerojê li herêmê dilîze.ʺ

Berpirsê Buroya Têkiliyên Giştî yê Hêzên Sûriyê Demokratîk Rêdûr Xelîl derbarê  guhartina demografiyê ku dewleta Tirk li Efrînê çêdike axivî.

Daxuyaniya Rêdûr Xelîl wiha ye:

ʺDewleta Tirk di dewamkirina projeya xwe ya dagirkirinê de, malbatên Turkmen û Ereb li gundên Efrînê piştî  ku şêniyên gund ji ber bombebaran û topbarana artêşa Tirk ji malên xwe derketin, li wir bi cih dike û mal û milkên welatiyên Efrînê li wan belav dike.

Dewleta Tirk bi hemleyeke berfireh a guhartina demografiyê li Efrînê radibe û ji vir bi awayekî eşkere niyeta dewleta Tirk a rast a dagirkirina Efrînê bi buhaneyên ne rast diyar dibe.

Dewleta Tirk bi rêya guhartina demografiyê ku li Efrînê radibe, bingeha pevçûn û fitneyan di navbera gelê Kurd-Ereb-Turkmen ava dike û bi çarenûsa nifşên pêşerojê li herêmê dilîze.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …