‘Bi rihê berxwedana Arîn û Gelhatan em ê desthilatdariya AKP-MHP bavêjin zibara dîrokê’

 NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG`ê bi boneya salvegera çaremîn a rizgarkirina bajarê Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Fermandariya YPG`ê ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin  wiha ye:

ʺEm çaremîn salvegera rizgarkirina Kobanê li hemû gelê xwe û hêzên demokratîk pîroz dikin. Ji ber ku di dîroka 26’ê Çileya 2015`an de mizgîniya rizgarkirina Kobanê dan me û jiyanekî bi rûmet diyarî me kirin, em li beramber hemû gel û hêzên me yên di vê berxwedaniyê de cih girtine deyndar in.

Bi wesîleya 4. salvegera rizgarkirina Kobanê, di serî de Ş. Arîn û Ş. Gelhat em bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdên xwe yên Kobanê bi rêzdarî ditewînin ku em vê nasnameya xwe ya azadiyê deyndarên wan in. Em soza xwe ya ku em ê her bihostek axa vê welatî ku ji aliyê wan ve hatiye rizgarkirin û azadkirin biparêzin, dûbare dikin.

Dewleta Tirk û desthilatdariya Erdogan ku piştgirîkirin û rêvebirina wan ya çeteyên DAIŞ’ê wekî rojê li ber çavan e, aşkereye ku tişta bi destê DAÎŞ’ê nekariye bike, vê carê jî bi hewldana xwe ya dagirkirina Efrînê wê nikaribe pêk bîne. Em berxwedaniya gel û rêhevalên xwe yên bi rihê Kobanê îro li Efrînê li ber xwe didin, silav dikin. Me çawa duh çeteyên hov û paşverû di berxwedaniya Kobanê de avêt nav zibara dîrokê, bila gumana tu kesî nebe ku em ê li Efrînê jî bi vê rihê berxwedana Arîn û Gelhatan desthilatdariya faşist a AKP-MHP û çeteyên wan jî bavêjin zibara dîrokê.

Di serdemekî ku çeteyên hov yên wekî DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn, Kurdistanê û cîhanê dixwaze bê hêvî bûn, wahşet, tecawuz, talan û her cûre koletiyê serwer bike û rewa bide nişandan de, xeta me ya azadiyê û nasnameya şervan û têkoşerên vê xetê, bûne nasnama hêvî, azadî û wekheviyê û bi vê yekê destaneke azadiyê yê bê hempa nivîsandine. Ji vir û şûn de jî divê bê zanîn ku em ê bi heman biryardariyê li dijî hemû cûre êrişên paşverû û dagirkeriyê li ber xwe bidin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …