′Armanca ji pêngavê rizgarkirina tevahî axa Sûriyê ji DAIŞ′ê ye′

Kîno Gabriyel diyar kir ku armana ji domandina Pêngava Bagera Cizîrê ew e ku axa Sûriyê bi temamî ji çeteyên DAIŞ′ê were paqijkirin. Gabriyel wiha got, ″Sedema rawestandina Pêngava Bagera Cizîrê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Efrînê bû. Vê yekê hişt DAIŞ xwe ji nûve birêxistin bike û êrîşî noqteyên me bike. Hêzên me ji milên leşkerî û lojistî de xwe birêxistin kirin û bi planeke nû jinûve dest bi Pêngava Bagera Cizîrê kirin.″

Koordîneya di navbera QSD′ê Û Hêzên Iraqê de

Derbarê koordîneya di navbera QSD′ê û hêzên Iraqê de jî Gabriyel da zanîn ku ji destpêka şerê li dijî DAIŞ′ê de hêzên QSD′ê û Iraqê di nava koordîneyekê de ne û wiha domand, ″Hêzên QSD′ê û hêzên Iraqê ji bo parastina sînorên Sûriyê û Iraqê xebateke leşkerî ya hevbeş didin meşandin.″

Gabriyel destnîşan kir ku hêzên Iraqê herêma sînor ji DAIŞ′ê rizgar kirin û wiha aixvî,″Ev yek bû sedem ku DAIŞ berê xwe bide herêmên Sûriyeyê. Wê bi koordîneya bi hêzên koalisyonê û hêzên Iraqê re êrîşên bejahî û hewayî li dijî baragehên DAIŞ′ê pêk werin. Armanca me ya hevbeş ew e ku herêm bi temamî ji DAIŞ′ê were paqijkirin û dewleteke demokratîk ku mafên gelan tê de were parasin, were avakirin.″

Babriyel anî ziman ku hin alî îdîa dikin ku Pêngava Bagera Cizîrê li ser daxwaza koalisyona navneteweyî jinûve hatiye destpêkirin. Derbarê vê yekê de Gabriyel wiha got, ″Ev ne rast e. Di dema êrîşên li ser Efrînê de pêwîstî hat dîtin ku Pêngava Bagera Cizîrê raweste. Lê bi rawestandina operasyona leşkerî re, koordîneya di navbera hêzên me û koalisyonê de ranewestiya û hêzên koalisyonê gefên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Minbicê û herêmên rawestandin. QSD′ê li Bakurê Sûriyeyê bi desteka hêzên koalisyonê operasyonên leşkerî dide meşandin.″

′Êrîşa li ser hêzên QSD, mayîndekirina terorê ye′

Gabriyel da zanîn ku armanca ji êrîşa rêjîma Baas a li ser noqteyên QSD′ê li herêmên Dêrazorê ew e ku  atengkirina şerê li dijî DAIŞ′ê ye û wiha pê de çû, ″Rêjîma Baas dixwaze DAIŞ′ê li herêmê mayînde bike. Dewleta Tirk jî bi heman armancê êrîşî Efrînê kir.″

′Armanca me rizgarkirina Sûriyê ji terorê ye′

Berdevkê Fermî yê QSD′ê Kîno Gabriyel destnîşan kir ku armanca QSD′ê parastina gelê Sûroiyê û rizgarkirina tevahî axa Sûriyeyê ji terorê ye. Gabriyel wiha bi dawî kir, ″Em hêvî dikin ku aliyên Sûrî bi hev re bicivin û nîqaş bikin da çareseriyek ji aloziya herêmê re were peydakirin û jiyaneke azad ji bo tevahî gelê Sûriyeyê misoger bibe.″