Artêşa dagirker Îro 3 sivîl şehîd xistin, 5 jî birîndar kirin

EFRÎN – Hejmara birîndarên îro li kantona Efrînê derket 5 welatiyan û du jê jin sê sivîl jî şehîd bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro navenda bajarê Efrînê û gundê Hêkiçê ya girêdayî herêma Cindirêsê topbaran kirin.

Di encamê de li navenda bajarê Efrînê, welatiyê bi navê Hisên Ridwan şehîd bû û welatiyên bi navên Emîn Reşîd, Yûsif Mihemed Terşo, Luqman Bekir û nûçegihanê televizyona Sema Heysem Mihemed Kizo jî birîndar bûn.

Her wiha li gundê Hêkiçê du jinên bi navên Horiye Ebd El-Hemûd û Fehmiye Hemade jî şehîd bûn û welatiyê bi navê Salih Mihemed Tana ê 30 salî jî birîndar bû.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Ji Gelê Me û Raya Giştî Re!

Di şoreşa Rojava de yekîtiya gelan bi pergala modernîteya demokratîk re şênber bû. Jinên Kurd …