ATÎK xwedî li berxwedana Efrînê derket

NAVENDA NÛÇEYAN – ATÎK’ê ragihand, bi êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Efrînê re hem êrîş li destketiyên Kurdan tên kirin hem jî li mûxalefetê. ATÎK’ê ji bo berxwedana Efrînê banga xwedîderkertinê kir.

Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, dewleta Tirk bi çekên giran ên ji welatên Ewropayê girtiye, bi taybetî jî bi tankên dewleta Elman êrîşî Efrînê dike û Kurdan dikuje.”

ATÎK’ê got, “Dagirkirina Efrînê her wiha êrîşek ji bo tepisandina mûxalefeta li Tirkiyeyê ye” û wiha dewam kir: “Ev hewldana dagirkirinê wê bi berxwedana Kurdan û têkoşîna komunîst û şoreşgerên bi wan re li ber xwe didin, bê têkbirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Xwedîderketina li berxwedana Efrînê, kişandina bala raya giştî û geşkirina berxwedanê bi ruhe Kobanê, wezîfeyek e. Em bang li hemû hêzên demokratîk ên xwecihî û koçber, bang li hemû mirovên pêşverû dikin ku xwedî li gelê Efrînê yê berxwedêr derkevin, têkoşîna li dijî dagirkeriyê geş bikin. Em bi hemû hêza xwe biherikin qadan û bi çalakiyan xwedî li berxwedanê derkevin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …