Ji Gelê Me Û Raya Giştî Re 

Hevrê Berfîn Bi Ruhê Berxwedana Serdemê Têkoşîn Kir

Ji Gelê Me Û Raya Giştî Re 

Hevalên me bi fedekariyeke mezin, Bi dilekî wêrek û bê teredûd, di pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digirin. Di şexsê heval Berfîn Amed de tevahî hevalên di pêngava Bagera Cizîrê ya dawî de şehîd bûne bîr tînin. Em sersaxî ji malbata heval Berfîn, ji gelê me yê Efrînê û tevahî malbatên şehîdan re dixwezin. Dîsa em biryardariya xwe li hemberî xeta şehîdan diyar dikin û sonda bilindkirina tekoşînê nû dikin.

Pêngava Bagera Cizîrê ya dawî di bin navê “şerê tunekirina terorê de” bê navber berdewam dike. Hêzên me bi kedeke mezin çawa di şer, operesyon û pêngavên berê de cihê xwe girtin îro bi heman ruhî di pêngava dawî ya Bagera Cizîrê de jî cihê xwe digirin. Bêguman ev biryardariya hêzên me çavkaniya xwe ji ked û fedekariya şehîdên me de nîşan daye digire. Hevrê Berfîn, bû yek ji wan şopdaran û tevlî nav karwanê şehîdan bû.

Heval Berfîn, li bajarê Efrînê ji gundê Dîkmedaş bû. Di temenê xwe yê ciwanî de dibe xwedî lêgerînên azadiyê. Di nava malbatek welatparêz de mezin dibe. Piştî êrîşên li ser gelê xwe dibîne,  qebûl nake û di sala 2015’an de biryara beşdarbûna nava refên YPJ’ê dide. Heval Berfîn di nava demeke pir kin de gelek pêşketinan ava dike. Bi tevlîbûna xwe jiyanê, bi dilnimizî û fedekariya xwe cihekî giranbuha li gel hevrêyên xwe çêdike. Heval Berfîn, li gel sekna xwe ya jiyanê di aliyê sekna leşkerî de pêşketin ava dike û risteke diyarker di nava yekîneyên çekên giran de dileyîze. Herî dawî li gel yekîneya xwe ya çekên giran, beşdarî pêngava Bagera Cizîrê dibe. Di şer de bi qehramanî li ber xwe dide û heya kêliya birîndar dibe sekneke bi biryar li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ênîşan dide. Heval Berfîn di şer de birîndar dibe lê, Tevî hemû deswerdanan hevrêya me Berfîn di 12 Cotmehê de gihîşt şehadetê. Em dibêjin xwîna şehîdên me ti carî li erdê namîne û emê  hêviyên hevala xwe Berfîn û tevayî şehîdên xwe bi bilindkirina tekoşînê bînin cîh.

Em careke din ji malbata heval Berfîn û tevahî malbatên şehîdan re sersaxî dixwezin û soza me da ye şehîdên xwe nû dikin.

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …