Zêdetirî 15 cenazeyên çeteyan gihîşt Ezazê

EFRÎN – Çavkaniyan ji bajarê Ezazê raghandin ku zêdetirî 15 termên çeteyên artêşa Tirk a dagirker gihîşt Ezazê.

Ev du roj in li herêma Efrînê ango  kantonên Efrîn û Şehbayê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerên giran rû didin. Artêşa dagirker bi balafiran êrîşe sivîlan dike.

Fermandarên QSD`ê ji Efrînê raghandin ku hêzên wan derbeyên giran li artêşa dagirker û çeteyên wê xistine û gelek ji wan hatine kuştin.

Têkildarî mijarê, çavkaniyan raghandin ku zêdetirî 15 termên çeteyên artêşa Tirk gihîştin bajarê Ezazê û piraniya wan jî ji çeteyên Feyleq El-Şam in.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …