YPJ/YPG li Eyn Deqna derbeyên giran li çeteyan dan

 EFRÎN – Çeteyên artêşa Tirk êrîşên xwe li ser kantona Efrînê berdewam dike. Hate ragihandin ku YPG/YPJ‘ê  bersiva êrîşên çeteyan yên li ser gundê Eyn Deqna ê girêdayî navçeya Şera dan û derbeyên giran li çeteyan xistin.

Çavkeniyekê leşkerî diyar kir ku, çeteyên artêşa Tirk ên li gundê li ser sînor xwe bi cîh bûne, gule li gundê Dîkmadaş ê navçeya Şera barandin, di vê çarçoveyê de şervanan bersiva gulebaranê dan. Çavkaniyê destnîşan kir ku tevgera çeteyan li aliyê gundê Eyn Deqne yê girêdayî navçeya Şera hebû, şervanan tevgera wan hedef kir û hejmareke çete kuştin. Hejmara kuştiyên çeteyan baş nehat zanîn.

Hate ragihandin ku çeteyan artêşa Tirk a dagirker şevê din topeke hawanê avêtin Girê Baz ê herêma Cindirêsê, derbarê encamên topbaranê de ziyan çênebûn.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …