YPJ’ê di Xezeba Firatê de 137 êzîdî ji DAIŞ`ê rizgar kirine

MEDYA HENAN-WARŞÎN SALIH

QAMIŞLO- Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah agahî da ku wan di hemleya Rizgarkirina Reqqayê de 137 welatiyên Êzidî rizgar kirine.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abudullah derbare rizgarkirina welatiyên êzîdî de ji ANHA`ê re axivî û got ku wan di Hemleya Xezeba Firatê de 137 Êzidî ku zêdetirî xwe jin û zarokin ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.

Di komkujiya 3`yê Tebaxa 2014`an gelek Êzidî û bi taybet jin ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatin revandin û li sûkan hatin firotin. YPJ`ê ji bo Êzidî û bi taybet jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin ketin nav hewldanê.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah têkildarî mijarê got ku bi riya Hêzên xwe yên taybet wan di Hemleya Xezeba Firatê de 137 Êzidî ku zêdetirî xwe jin û zarok in ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine.

Nesrîn Abdullah di berdewamiya gotinên xwe de got da zanîn ku hinek ji Êzidiyên ku rizgarkirine li ser daxwazên wan dane malbatên wan û hinek jî radestî aliyên têkildar kirine.

Berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah wiha dawî li axaftina xwe anî: ʺDi hemleya Xezeba Firatê de me soz dabû ku em hemû jinan ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û em dîse soza xwe ya rizgarkirina hemû jinan dubare dikin.ʺ

(np/dc)

ANHA

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …