YPJ‘ê:  Bi şehadeta Fermandar Tekoşîn û Zîlan em ê tolhildana şehîdan bilindtir bikin

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya YPJ‘ê ragihand ku Fermandarên pêşeng YPJ‘ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî bi rihekî fedaî li hemberî her cure êrîşên çeteyên DAİŞ’ê şerê parastina mirovahî dan îro bi heman rih û ferasetê şerê dewleta Tirk û El Nusra kirin û gihîştin şehadete.

Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê şehadeta fermandarên YPJ‘ê Tekoşîn Botan û Zîlan Cûdî  ragihand û soza şopandina xeta wan dan.

Daxuyaniya YPJ‘ê wiha ye:

“Berxwedana  Serdemê ya Efrînê dikeve roja xwe ya 56’an. Şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe li hemberî dagirkeriya tirkan didome. Ev 56 roje  ku  şervanên  YPG, YPJ û QSD li  çiyayên Kurmênc berxwedanê dimeşînin îro  careke din  şervan û fermandarên me serkeftin  misoger kirin.

Di hundir vê berxwedanê de gelek Şervan û Fermandarên ku qehremantiyên dîrokî dane avakirin, jiyan kirin û ji bo gel bûne pêşeng, bûne dilsoz, bûne pêrzvanên xakê û derketin pêş. Rêhevala me Fermandar Tekoşîn Botan ku di şerê li Efrînê de di şerê li hember El Nusra de cih girtiye û di jiyanê de bi fedekarî û dil nimziya xwe ku li pêş bû, her wiha fermandar Zîlan Cûdî ku di şerê li hember DAIŞ‘ê de 2 caran birîndar bûbû û her di eniyên pêş de li gel şervan û rêhevalên xwe kêlî bi kêlî bi rihê berpirsyartiyê, bi rihê fedekarî, hevaltî û rêvebertiyê cihê xwe digirtin. Ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha di şer de pêşengtî di asta fermandarî de kirin û li hember DAIŞ, El-Nusra û cihê xwe di nava  bi dehan operasyonan de girtin. Herî dawî li hember dagirkeriya dewleta Tirk û El Nusra de berxwedaniyek mezin nîşan dan. Rêheval Tekoşîn Botan, li eniya Navçeya Şiyê û Rêheval Zîlan Cûdî li eniya Navçeya Şera gihîştin asta şehadetê. Rêhevalên me li ser xeta fermandar Rusyar Vejîn û Viyan Tolhildan bi rihê ji jinên ku di dîroka Kurdan de pêşengtî kirin e û di şerê li hember DAIŞ de ristek mezin leyistine beşdarî berxwedana serdemê bûn. Bi wê rihê fedaî di nav Yekîneyên Parastina jin de bûne mînakên dil nizimî, coşê, seknên bi vîn û bîrdoziya hevjiyana azad. Rêheval viyan tevî ku sê caran birîndar bûbû lê bi vîn û cesareta xwe ya ji polayê li gel hevrêya me Rusyar heta şehadetê cihê xwe di berxwedana serdemê de girtin. Fermandarên pêşeng hevrê Zîlan û Tekoşîn weke gelek rêhevalên din çawa bi rihekî fedaî li hemberî her cure êrîşên çeteyên DAİŞ’ê şerê parastina mirovahî dan îro bi heman rih û ferasetê şerê dewleta Tirk û El Nusra kirin û gihîştin şehadete. Her du Rêheval bi wê sekin û pêşengtiya xwe di dilê her hevalekê/î de cih girtin. Bi şehadeta her du fermandaran re hêrs, kîn û tolhildana şehîdan hîn bilindtir bû.

Em weke Fermandariya YPJ’ê soza bilindkirina tekoşîna her du fermadar û rêhevalan didin û di kesayeta wan de 11 rêhevalên xwe û hemû hevalên şehîd ên ku di oxira parastina axa Welat de canê xwe feda kirin bi rêzdarî bi bîrtînin û sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê, gelê Bakûrê Suriye û hemû malbatê şehîdan re dixwazin.”

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …