YPJ’Ê Bİ PÊŞENGTÎ Û BERXWEDANÊ, DAÊŞ TÊK BİR

Em salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê ku, di pêşengtiya jinên Kurd, şervanên YPJ’ê, jinên li seranserî cîhanê têdikoşin û tevahî jinên Rojhilata Navîn de pêk hat, li gelê Bakûrê Sûriyê, tevahî jinan û mirovahiya ku li hemberî terora DAÊŞ serî rakirin û têkoşiyan pîroz dikin.

Em di kesayeta şehîd Zozan, Arîn, Hebûn û Sozdaran de tevahî şehîdên di pêngava rizgarkirina Reqayê de kedeke bêhempa raber kirin bi bîr tînin. Soza girêdana bi şehîdan re nû dikin.

Weke tê zanîn Bajarê Reqayê heya berî 17 Cotmeha 2017’an, di bin dagirkeriya çeteyên DAÊŞ’ê de bû. Me di 19 Cotmeha 2017’an de li Reqayê têkbirina DAÎŞ’ê  ji raya giştî re ragihandibû.

Hêzên me, bi rihê berxwedana Kobanê û bi sonda tolhildana hemû şehîdên şoreşa Bakûrê Sûriyê, bi baweriya binxistina DAÊŞ’ê û tojhildana hemû jinan û zarokan di eniyên herî pêş ê operesyona “Cenga Mezin” a pêngava rizgarkirina Reqayê de cihê xwe girtin. Çeteyên DAÊŞ’ê, bajarê Reqa ji bo xwe, weke paytext, bi nav kiribûn.

Çeteyan, bi hezaran jinên bêparastin dîl girtin, kirin qefesan firotin û qetil kirin. DAÊŞ’ê bi serdestiya xwe ya ku di bajarê Reqqa’de dida meşandin, weke bazara firotina jinan bikar dianî. Ew dîwarên koletiyê ku li derdora civaka me ya Ereb hatibûn hunandin û çerşefên reş ku li rûyê jinan hatibûn pêçandin bi destê şervanên me hatin avêtin û şewitandin.

Çeteyên DAÊŞ’ê li ser tevahî mirovahiyê cîhana tirsê dabû ava kirin. Di heman demê de di kesayeta jinên Êzîdî de xwestin tevahî jinan û gelan bixin bin serweriya xwe. Jinên ku li hemberî DAÊŞ’ê derketin, serî hildan, hatin qetilkirin. Kuştina mirovan weke tiştekî rewa dihat dest nîşankirin. Rizgarkirina bajarê Reqayê, di heman demê de bû tolhildana jinên Êzîdî.

Bajarê Reqayê ku bi salan di bin dagirkeriya çeteyên DAÊŞ’ê de mabû bi berxwedaniyeke mezin a dîrokî ji dagirkeriya DAÊŞ’ê hat azad kirin. Rizgarkirina bajarê Reqayê, di heman demê de têkçûna hişmendî û pergala zilamê serdest bû. Bajarê Reqayê, Eniya berxwedanê ya tevahî jinên cîhanê ava kir. Her wiha Ev destkeftî bi xwe re yekîtiyek ruhî di navbera jinên Ereb û Kurd de da ava kir.

Şervanên me bi berxwedaniyeke mezin li hemberî hovîtiya DAÊŞ’ê sekinîn û destkeftiyên gelek mezin bi dest xistin. Di encama seknên qehreman ku li Reqa û cihên din hat raber kirin de, di roja îro de jî pêngava “Şerê Tunekirina  eteyên DAÊŞ’ê” tê meşandin. Em bi vê boneyê hemû hevalên xwe yên niha li eniya Dêrezorê ber xwe didin silav dikin. Bibinxistina çeteyên DAÊŞ’ê, serkeftina demokrasî û azadiyê ye. Di heman demê de ji bona tevahî gelan hêviya pêşeroja azad e.

Li ser vê bingehê em careke din salvegera yekemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê li tevahî gelê Bakûrê Sûriyê, mirovahiyê pîroz dikin û di kesayeta hevrê Hêlîn Cûdî, Arîn Qamişlo û herî dawî hevrê Berfîn de ku li Dêrezorê şehîd bû  hemû şehîdên di oxira berxwedana azadiyê de bi bîr tînin û bejna xwe ditewînin.

Soza şopandina riya şehîdan û zindîhiştina bîranînên lehengên xwe dûbare dikin.

 

Fermandariya Giştî Ya YPJ’ê

 

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …