YPJ‘ê 3 jinên Êzidî radestî Desteya Jinê kirin

QAMIŞLO – YPJ‘ê 3 jinên Êzidî piştî ku ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û radestî Desteya Jinê ya Kontona Cizîrê kir.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê de 137 jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin.

Berdevka Fermî ya Yekîneyên Paratina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah got “Piştî ku wan jinên Êzidî ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin, ew ê wan radestî Desteya Jin a Kantona Cizîrê bikin.”EMINA OMER

Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Emîne Umer jî da zanîn ku ew ê jinên Êzidî bişînin gel malbatên wan li Şengalê.

Hersê jin ku YPJ‘ê radestî Desteya Jinê hatin kirin Asya Hesen Mûrad ji gundê Tel Benat a Şenglê, Hiyam Ismaîl Xwedêda û Sewsen Xelef ji gundê Koçoyê ye.

Komên çete yên DAIŞ‘ê di Tebaxa 2014‘an de, piştî ku çekarên PDK‘ê xwe ji herêmê vekişandin êrîşî Şengalê kirin. Çeteyên DAIŞ bi hezaran Êzidî kes kuştin û bi hezran jî ku piraniya wan jin revandin.

(bb)

ANHA

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …