Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺ Di çarçoveya çalakiyên li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de, Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro kemînek li hemberî çeteyan li navçeya Şera ya Efrînê lidar xistin. Di encamê de 7 çeteyên ku dixwestin biçin navenda bajarê Efrînê  hatin kuştin.ʺ

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku îro vê sibê jî li gundê Dêr Sewan ê navçeya Şera, bargeheke çeteyên koma bi navê “Sultan Mûrad, ji aliyê şervanên YPJ û YPG‘ê ve hate teqandin. Bi kêmanî 30 çete di pargehê de bûn hatin kuştin

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ