YPJ: Şopdara heqîqetê Rohenda û bavê xwe şehîd bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – YPJʹê ragihand ku Endama Ragihandina YPJʹê Rohenda û bavê xwe ku di Berxwedana Serdemê de bi ruhekî  welatparêzî tev digeriyan şehîd bûn.

Navenda Ragihandina YPJʹê  bi daxuyaniyekê diyar kir ku Endama Ragihandina YPJʹê Rohenda tevî bavê xwe di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne.

Daxuyanî wiha ye:

Berxwedana Serdemê ya ku ev 52 rojin li hember dijminekî qirker ku di NATO yê de weke artêşekî duyemîn cih digre tevî hevkarên xwe DAÎŞ, Mertalên Firatê û komên dîtir bi hemû hêza xwe berdewam dike. Şervanên şervanên YPJ/QSD /YPGʹê berxwedanek bê hempa didin meşandin. Di vê berxwedanê de gelek qehremanên ku xwe kirin mertal û bi rihekî fedayî, bi lehengî, destanan didin nivîsandin, derketin pêş. Li ser şopa Xerîb, Rûmet, Fîraz, Eylûl û Tolhildan rêhevala me Rohenda Xemgîn dema ku bi erka xwe ya şopandina şerê Efrînê û rastiya şerê qirkirin û tunekirina gelê xwe dikir, di eniya Cindirêsê de gihîşt şehadetê.

Rohenda bi rihê welatparêziyê û kîna tolhildanê riya rastiyê şopand

Rêhevala me Rohenda bi rihê xwe yê ciwan, bi moral û bi girêdana xwe ya bi felsefeya azadiyê re dihat nasîn. Ev rihê welatparêziyê ku ji malbat û kîna tolhildana şehîdan, xwişk û rêhevala xwe Denîz Xelat a ku di berxwedana Helebê de şehîd bûye, girtiye. Rohenda tevî  bavê xwe Mihemed bi nasnav bavê Azad ê ku bi welatparêzî û girêdana welat ve dihat nasîn dest ji ax û gundê xwe berneda, li kêleka hêzên parastinê çek hilda û welatê xwe parast. Di oxira parastina axa Efrînê de, Mihemed tevî keça xwe (Rêhevala me Rohenda Xemgîn) gihîşt asta şahadetê.

Bi ruhê bavê Azad em soza serkeftinê didin

Em wek Navenda Ragahandina YPJ’ê soza şopandina rêya heval  Rohenda, Xerîb, Mazlum, Eylûl Rûmet û Tolhildan ku di oxira danasîna rastiyê de xwe feda kirine, didin û sersaxiyê ji malbatê re dixwazin. Em bi rihê welatparêziya ku bavê Azad dayî, soza serkeftinê didin.ʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …