YPJ: Li hember êrîşên qirker, rihê berxwedêr ê Avesta pergala Îmralî hilweşiya

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPJ`ê salvegera komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û gotʺ Li hember êrîşên qirker, rihê berxwedêr yê Avesta, jin û gelê Efrînê, pergala Îmralî hilweşiye û êrîşên dijmin di Efrînê de têk çûne. Rêber APO gelekî azad û hebûna xwe diparêze ava kiribû.ʺ

Fermandariya Giştî ya YPJ`ê bi wesîleya salvgera 19`emîn a komploya navneteweyî ya dijî Ocalan  daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺ19`êmîn salvegera komplo ya li ser Rêber APO hate pêkanîn em bi tundî şermezar dikin. Em berxwedana Rêber APO, berxwedana gelên Kurdistanê ku îro di şexsê Efrînê de xwe gîhandiye mertebeyê û tekoşerên parastina nirxên mirovahiyê dikin bi rêzdarî silav dikin û minetdariya xwe li ber vê berxwedana dîrokî ya serdemê didin diyarkirin. Di şexsê Şehîd Avêsta, Amargî, Armanç û Barîn de tevahî şehîdên di oxira welat de canê xwe feda kirine û li dora rojê bûne xeleka ji agir bibîr tînin û soza bilindkirina berxwedanê nû dikin.

Di sala 1999’an de Rêberê gelan bi rêbazekî xayînî û dij mirovahî radestî Tirkiyê hate kirin. Di nav 19 salên derbas bûyî de armanca hêzên dagirker bi girtina Rêbertî tevgera azadiyê ji fikir û ramana Rêber APO qut bikin, tekoşînê tine bikin, çand, dîrok û rastiya bexwedaniya gelê kurd bi dawî bikin. Lê, gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û bi taybet li Bakûrê Sûrî bi fikir û felsefeya jiyaneke azad, wekhev û demokratîk a ku Rêber APO pêşxistiye jiyanî kirin û îro bi gîhandina paradigmaya netewa demokratîk re bersiv dide hêzên komploger. Di dîroka tekoşîna gelên Kurdistanê de komploya li ser Rêber APO hate pêkanîn weke roja reş derbasî rûpelên dîrokê bû.

Rêber APO hêz û armancên xwe ya ji bo jina azad û civaka azad çawa tê avakirin nîşanî tevahî mirovahiyê da. Bi sekna xwe ya berxwedêr di Îmraliyê de careke din rastiya; ti hêz wê nikaribe li hemberî azadiyê bibin asteng derxist holê. Rêber APO ji bo serxistina tekoşîna mirovahiyê tekoşîn kir û dike. Yekîneyên parastina jin (YPJ) ku ji hemû pêkhateyan avabûyî bi şoreşa Rojava re bi beden bû û îro li tevahiya Bakûrê Sûrî belav bûye çavkaniya hêz, vîn, bawerî û xwebûnê ji fikir û felsefeya Rêber APO ya ji jina Kurd re daye pêşkêşkirin digre. Ev hêza ku xwe weke artêş bi rêxistin kiriye roj bi roj mezin dibe û her ku diçe dengê xwe digihîjîne tevahî jinên cîhanê. Jinên ku li derdora roja xwe yî ku ronahiya xwe jê digrin kom dibin di roja îro de li hemberî her cûre desthilatdariyê berxwe didin.

Hêzên desthilatdar ji komployê ti encam negirtine û wê negrin. Di roja îro de dixwazin di Efrînê de rûyê komplo nû bikin û bidin meşandin. Ev êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê yên faşîst bi êrîşa hovane ya ser xaka Efrînê re rûyê xweyî kirêd daye der. Li hember êrîşên qirker, rihê berxwedêr yê Avêsta, jin û gelê Efrînê, pergala Îmralî hilweşiye û êrîşên dijmin di Efrînê de têk çûne. Rêber APO gelekî azad û hebûna xwe diparêze ava kiribû. Komplo li hember vê rastiyê hate pêkanîn. Gelê Efrînê berhema vê rastiyê ye. Sekna bi rûmet ya gelê Efrînê di roja destpêka Berxwedana Serdemê de êrîşa ku berdewamiya komployê ye têk bir.

Em weke YPJ’ê soz didin tevahî gelan û jinên her çar aliyê cîhanê heya ku armanc û hêviyên gelên azadîxwez pêk neyên wê tekoşîna me bidome û heya Rêber APO azad nebe weke jinên Kurd wê azadî ji bo me nebe. Em azadiya gelan di perçekirina pergala îmraliyê de dibînin û wê tekoşîna me li ser vê bingehê bidome.

Em carek din hêzên komploger bi tundî şermezar dikin û li ber berxwedana Rêber APO, Berxwedana Serdemê ya gelê me û şervanan rêzdariya xwe dubare dikin û şehîd Avêsta, Amargî, Barîn, Armanç û tevahî şehîdên ji bo parastina nirxên mirovahî canê xwe feda kirine bi bîr tînin.ʺ

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …