Fermandariya Giştî ya YPJ`ê  têkildarî şehadeta şervana YPJ`ê ya bi eslê xwe ji Birêtaniya daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺŞoreşa Rojava ku bi pêşengtiya jinê bû Şoreşa gelan di heman demê de bala tevahî jinên Şoreşger yên cîhanê kişandiye ser xwe. Li ser vê rastiya ku di nava xwe de felsefeya jiyana azad û bi hev re bûyîna gelan digre roj bi roj mezin dibe. Bi vê yekbûyînê re ji hemû netewan jin herikîn ber bi vê rastiyê ve û bûn perçeyek ji vê şoreşê. Gel û şervanên berxwedêr û qehreman bi ked û xwîna xwe tekoşînekî bê hempa dan meşandin.

Xaka Rojava ji bona gel anîn asta bihuşta azad. Şervanên YPG û YPJ’ê destana qehremantiyê bi tîpên zêrîn dan nivîsandin û di heman demê de ji bona gelan di nava dîroka azadiyê de bûn hêvî. Bi van hêviyan ku her roj mezin dibin hewldan û plangeriyên dewletên faşist li ser xaka Rojava têk birin. Li hember DAIŞ, El-Nusra û cardin dijminê faşist ên mîna Dewleta Tirk bi hezaran şervanên qehreman sînor şikandin û gavên xwe ber bi vê şoreşê ve avêtin. Bi lehengî û xwestekên azadiya ku sînoran nas nake şoreş hembêz kirin.

Faşîzm dijminahiya tevahî mirovahiyê dike. Li ser axên Rojava li hemberî vî dijminê mirovahiyê tekoşînekî enternasyonal tê meşandin. Di vê bingehê de ji roja ku şoreşa Rojava dest pê kiriye û heya vê kêliyê bi sedan jinên Enternasyonal beşdarî nava refên YPJ’ê bûn û di şerê li hemberî faşîzmê de eniyên herî pêş de şer kirin. Rêheval Hêlîn Qereçox ya ku ji pêkhateya  Birîtanya ye yek ji wan Rêhevalan bû.. Rêheval Hêlîn êrîşa li ser Qereçox ku di 25’ê Nîsana 2017 an de hatibû kirin qebûl nekir û bi navê Hêlîn Qereçox beşdarî nava tekoşîna gelan bû. Soza tolhildana şehîdan dabû û bi ti awayî jî gavek ji vê soza xwe paşde ne avêt. Rêheval Hêlîn bi fedakartiya xwe ya di jiyanê de di dilê gelê Rojava û gelê Bakûrê Sûrî de cihê xwe vekiribû. Di Pêngava Xezeba Firatê de li kêleka gelê qehreman ê Kurd û Ereb di nava çeperên şer de cihê xwe girt, di heman demê de sînor şikandin û bi tu awayî ferq cûdahiya netew û ziman nekir.

Herî dawî êrîşa li ser Efrînê ku bi alîkardayînên faşîzma dewlet netewan hat destpêkirin ji bona ku tevlî vî şerî bibe ket nava hewldan û îsrarên pir mezin.

Rêheval Hêlîn ji bona Êrîşa li ser Efrînê hat kirin ev nirxandin kiribû; ‘‘DAIŞ tenê rûyekî pergala koletî û faşîzmê ye. Zihniyeta desthilatdaran tu carî naye guhertin her demê yeke. Hêzên ku êrîşî Efrînê dikin zihniyeta wan û ya DAIŞ’ê heman zihniyete. Li hember rêhevalên me Artêşa Nato ya 2. Heye li hemberî vê artêşê şer û fedekariyekî mezin tê kirin. Dijminê ku li pêşberî me ye ji yê her demê mezintire li kêleka şervanê qehreman li hemberî vî dijminî şer kirin ji bona min Rûmeta herî mezine…

Ji bona ku li kêleka Hevalên xwe be û li hemberî dijmin şer bike xwedî biryardariyekî mezin bû. Bi vê biryara xwe ya serkeftin bi dest xistin û fikra wê ya ‘’Azadî bi berdêlên giran ve tê bi dest xistin’’ gav avêt ser xaka Efrînê. Di çeperên herî pêş de li kêleka hevalên xwe yên tekoşer cih girt. Di 15`ê Adarê de di encama şerekî dijwar û êrîşên hovane de bi 3 rêhevalên xwe re beşdarî nav kerwanên şehîdên nemir bû. Heval Hêlîn bi bîr û baweriya xwe ya azadiya gelan heya kêliya dawiyê jiyan kir, bû şopdara Îvana Hoffman.

Em wek şervanên YPJ soza tacîdar kirina xeyalên azadiyê yê Rêheval Hêlîn didin. Em ê bibin şopdarê tekoşîna ku şehîdên me mezin û rohnî kirin. Di heman demê de ev jiyana ku di oxira wê de şerê herî mezin tên meşandin û canê xwe feda kirin de em ê biser bixin. Em ji şehîdên xwe re soza  diyariya gelên azad û serkeftina jinê dayînê didin.ʺ

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ