YPJ: Em bi berdêl, vîn û baweriyeke xurt Berxwedana Serdemê bi ser bixin

YPJ′ê berxwedana bi rûmet a gelê Efrînê bi rêzdarî silav kir û da zanîn ku wê ev berxwedan bi berdêl, ked dayîn, wêrekî, vîn û bi baweriyeke xurt were bidestin.

Fermandariya Giştî ya YPJ′ê derbarê berxwedana Efrînê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

″Silav ji Berxwedaniya Serdemê re

Li Efrînê Berxwedaniya Serdemê berxwedaniyekî ku li ser zimanan wê bibe destan hat destnîşankirin. Ev berxwedaniya ku di şahidiya tevahî cîhanê de tê meşandin mehek li peyî xwe hêşt. Di nava vê mehê de berxwedaniyeke ku girêdan bûyîna bi cewherê azadiyê re dide nîşandayîn hat meşandin. Çavkaniya Serkeftina vê Berxwedaniyê bi berdêl û ked dayînê, wêrekî, vîn û bi baweriya xurt hatiye bidestxistin. Dema ku Artêşa qirker ya dewleta tirk û bi komên xwe yên çete êrîşî gel, xak, hebûn û warên me yên jiyanê kir û dike, em jî bi berxwedaniyekî bê hempa li berxwe bidin û me li berxwe da. Ji ber ku hebûna me, bi berxwedaniya bi wate dibe. Ev xaka meyî ku ewqas berdêl û nirx li ser hatine dayîn eger em canê xwe jî bidin, em ê destûr nedin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê vê axê qirêj bikin. Ev berxwedanî di asta ku mohra xwe li dîrokê bide wê mezin bibe.

Di vê berxwedanê de Rêhevalên me yên ku gihîştin Şehadetê di kesayeta Avêsta, Barîn, Ezda, Amargî, Gûlan û Berfîn de li hemberî bîranîna tevahî Şehîdên xwe em bejna xwe bi rêzdarî ditewînin, bi soza bîranînên wan gîhandina lutkeya herî jor em ê berxwedaniya xwe kûrtir bikin û em vê soza xwe carekî din nû dikin. Di heman demê de Hevalên me ên ku di çeperan de bi Berxwedanek qehremantî li berxwe didin em vê berxwedaniyê bi rûmet û serbilindiyekî mezin pêşwazî dikin. Bi taybet berxwedaniya bi heybet ya Şervanên YPJ’ ê serê tevahî jinên azadîxwaz gîhandiye ezmanan. Li hemberî tank, top û balafiran şervanên YPJ’ê canê xwe kirin sîper û xwe kirin sipî bûyîna rûyê mirovahiyê.

Em berxwedana bi Rûmet ya gelê xwe li Efrînê bi rêzdarî silav dikin. Ji bona vî gelî mirov kare bi milyon caran canê xwe feda bike. Ev gel hêjayî berxwedaniyên herî mezine. Rûxmê her cûre hovîtiya artêşa tirk gelê me yê Efrînê cîh û warê xwe bernedan, çek girtin destê xwe û bi erka xwe ya parastinê, bi sekna xwe ya berxwedêr destan nivîsandin. Wek Yekîneyên Parastina Jin YPJ, ev berxwedaniya destanî û bi wate heta ku em bighînin serkeftina heq dike, bêyî ku em kêliyekî bisekinin em ê li berxwe bidin. Wê ev berxwedanî di dîrokê de bi tîpên zêrîn werê nivîsandin. Erka xwe ya parastina mirovahî û tevahî jinan em ê bê teredut pêk bînin û bi ser bixin. Em ê canê xwe bidin lê em ê nehêlin, dîroka jin a ku bi kedên pir mezin ve tijî ye bê qirêj kirin. Tu hêzekî qirker wê nikaribe ax, dîrok, rûmet û hebûna me ya azad kirêt bike. Îradeya Hêzên Parastina Jin, heta ku azadî ji bona tevahî mirovahiyê misoger bike wê şer bike, li berxwe bide û wê bi ser bixe.″

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …