Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:
ʺDi çarçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) îro danê sibê du çalakî li hemberî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê li dar xistin û di encamê de 12 çete hatin kuştin.
Çalakiya yekemîn a şervanan li dijî navendeyekî çeteyên Lîwa El-Fetih a ku Moro Qelender serçeteyê wê ye li taxa El-Mehmûdiyê hat lidarxistin û di encam de 9 çete hatin kuştin.
Çalakiya duyemîn jî li dijî komeke çeteyan li derdora çerxereya Kawayê Hesinkar hate lidarxistin û di encama wê de jî 3 çete hatin kuştin.ʺ