YPG/YPJ`ê bersiv dan topbarana artêşa Tirk a dagirker

 EFRÎN – Şervanên  YPG û YPJ`ê yekser bersiva topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser gundên Efrînê dan.

Şevê din gundên Qere Baba, Pirê Heşarkê û Firfirikê yên herêma Reco ya kantona Efrînê ku li ser sînorin, rastî topbarana artêşa Tirk a dagirker hatin.

Şervanên YPG û YPJ`ê jî yekser bersiv dan cihên ku  top jê dihatin avêtin. Lê derbarê encamên şer de tu zanyarî nehatin bidestxistin.

 

Check Also

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlî karwanên şehîdan bû

Hevala me Berfîn Rizgar li Eyn îsa tevlê karwanên şehîdan bû Ji gelê me û …