EFRÎN – Birsûk Hesekê: Yekîneyên Parastinê yên YPG/YPJʹê îro li gundê Dîkê yê herêma Racoyê çalakiyeke taybet li dijî baragehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker pêk anîn. Di encamê de 7 çete (di nav de serçeteyekî El-Cebhe El-Şamiye hat kuştin) hatin kuştin.
Birûsk anî ziman ku encama çalakiyê bi wêneyan hat belgekirin û wiha got, ʺBuroya Belgekirinê ya hêzên me navên du çeteyên ku duh li ser destê şervanên me hatine kuştin belge kirin. Çeteyên hatîn kuştin ev in, berpirsê bombekirinê yê El-Cebhe El-Şamiye Îsa Ebdulhey û çeteyê Ehrar El-Şam Ebû Miqdad.ʺ