YPG`ê welatperwer û şoreşgerê Kurd Xalo bi bîr anî

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG`ê welatperwer û şoreşgerê Kurd şehîd Mihemed Reşo(Xalo) bi bîr anî.YPG

Fermandariya YPG`ê ya Efrînê derbarê şehadeta welatperwer Mihemed Reşo(Xalo) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

ʺCareke din riya berxwedana pîroz ya Efrînê canê welatperwer û şoreşgerekî bê qusûr ji nav me dibe, ji lewre dema îro em şehadeta rêhevalê xwe radigihînin. Şehnaziya şervan û gelê xwe ya bi sekn û tekoşîna wî ya bi salan nîşan didin û li beramberê wî bi rêzdarî em bejna xwe ditewînin.

Şoreşger û welatperwerê me Mihemed Reşo (Xalo) ku temenê wî yê mezin nebû asteng û kêlî bi kêlî weke endamekî canfeda yê Hêzên Parastina Cewherî (HPC) li kêleka şervanên me ev berxwedan dimeşand û erka xwe ya ku bi salan ji dil dabû li ser milê xwe bi cihdianî û herî dawî jî beriya ku şehîd bibe bi israr riya şoreşê ber nedida û şehîd bû; di dilê şervanên me de israra berxwedan û serkeftinê hîn buha û mezintir kir.

Şehadeta heval Mihemed careke din tekez dike ku riya berxwedanê bênavber wê were  berdewam kirin û doza ku gel û şervan bi hevre dimeşînin serkeftiye û wê her serkeftî bimîne. Dema şoreşgerên vî welatî li ser xaka xwe şehîd dibin ji bo her kesî tekez dibe çiqase ev doz mafdar e û ne balafir, ne tank û topên dijmin pê dikare.

Li ser vî bingehî, em dibêjin bila serê malbat û serê şervan û gelê me sax be. Nirxên ku şehîdan  ji bo me hiştine riya şervanên me YPG û YPJ`ê ronî dike û têrê dike ku em gelê xwe hertim di nava azadiyê de bihêlin û doza nirxên mirovatiyê bişopînin û biparêzin. Soz û biryara me ev e û em ê jê neyên xwar.

Nasnama şehîdê me wiha ye:

Nav û Paşnav: Mihemed Reşo (Xalo)

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Ibrahîm

Cih û Dîroka ji Dayikbûnê: Efrîn – Çolaqa 1956

Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Bilbil – Gundê Berkaşê / 10 Sibat 2018.ʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …