YPG‘ê şehadeta 3 şervanên Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihand û Çapemenî ya YPG‘ê nasnameya 3 şervanên xwe yên di navbera dîrokên 1‘ê Cotmehê û 5‘ê Mijdarê de, di Pêngava Bagera Cizîrê Şehîd bûne eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya YPG‘ê têkildarî şehadeta 3 şervanan daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Operasyona Bagera Cizîrê ya ku bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê ji çeteyên DAIŞê hatibû destpê kirin, bi hemû leza xwe didome. Şervanên QSD‘ê bi piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor û pêşengtiya şervanên YPG û YPJê pêşdeçûna xwe didomînin.

Çete di qadeke teng de hatine asêkirin û şervan her ku diçe qadên di bin kontrola DAIŞ‘ê de rizgar dikin. Li herêmê şer û pevçûnên dijwar in, her wiha hewldanên çeteyan ya sekinandina pêşdeçûna şervanan pêş dikeve. Bi vê armancê sîvîl dibin hedef, mertal; her wiha bi danîna xefkan dixwazin encam bigirin. Di navbera dîrokên 1‘ê Cotmehê û 5‘ê Mijdarê de li vê herêmê, di şer û pevçûnan de 3 hevalên gihîştin şehadetê.

Em weke YPG û YPJ, di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza xwe ya biser xistina armancên wan dubare dikin.”

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Dilşêr Amed

Nav û Paşnav: Dilşêr Amed

Navê Rast: Mihemed Ebbas

Navê Dayîkê: Hana

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkaniyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 5‘ Mijdar 2017 – Dêrazor

Qasim El Cas

Nav û Paşnav: Qasim El- Cas

Navê Dayîkê: Masîra

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrazor

Cîh û Dîroka Şehadetê: 1 ‘ê Cotmeha 2017 – Dêrazor

Xazî El Seîd

Nav û Paşnav: Xazî El Seîd

Navê Dayîkê: Eyşa

Navê Bav: Mehmûd

Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrezor

Cîh û Dîroka Şehadetê: 1‘ê Cotmeha 2017 – Dêrazor

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …