YPG‘ê şehadeta 3 heverên xwe ragihand

 

NAVENDA NÛÇEYAN– YPG‘ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di dem û cihê cuda şehîda bûne eşkere kir.

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG‘ê têkildarî şehadeta 3 hevalên xwe daxuyaniyek li ser malpera xwe ya fermî belav kir. YPG‘ê di daxuyaniyê de soza şopandina xeta heverên xwe nû kir.

Daxuyaniya YPG‘ê wiha ye:

Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê ji çeteyan di roja 71‘emîn de bi hemû leza xwe didome. Operasyonên rizgarkirina gundan û sîvîlan, bi berxwedêriya şervanên QSDê û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, bi pêşengtiya hêzên YPG û YPJê her roja ku diçe dawî li hebûna DAIŞê ya de tîne.

Bi rizgarkirina paytexta terorîzmê Reqa, şervanên QSDê dîroka cîhanê guhertin. Bi berxwedaniyeke bêhempa ya bi mehan, bi lehengiyên mezin û bi fedakariyeke bilind ev bajar bi xwîna şehîdên nemir yên ku afirînerên aramiya vê herêmê ne, hate rizgarkirin. Kesên ku ji bo parastina warê xwe canê xwe dan bi tîpê zêrin di dîroka cîhan di dilên gelê xwe de ne. Em bi vê zanebûnê, îro xemginiya ragihandina yek ji van şehîdan dijîn. Herwiha li Dêrezorê di dema şer û pevçûnên dijwar hevalekî me, li Helebê di encama nexweşiyeke giran de hevalek gihîştin şehadetê.

Em weke YPG û YPJ di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soza şopandina rêya wan, careke din dubare dikin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Baran Hesekê

Nav û Paşnav: Baran Hesekê

Navê Rast: Ewad Evdirrehman Hemûd

Navê Dayîkê: Zibha

Navê Bav: Evdirrehman

Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16 Mijdar 2017 – Dêrezor

Ebû Şadî

Nav û Paşnav: Ebû Şadî

Navê Rast: Cemîl Rûhanî

Navê Dayîkê: Sidîqe

Navê Bav: Evdirrehman

Cihê ji Dayîkbûnê: Efrîn

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16 Mijdar 2017 – Heleb

Muhened Amed

Nav û Paşnav: Muhened Amed

Navê Rast: Muhened Salih

Navê Dayîkê: Zehra

Navê Bav: Fehed

Cihê ji Dayîkbûnê: Dirbêsiyê

Cîh û Dîroka Şehadetê: 25 Tîrmeh 2017 – Reqa

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …