YPG‘ê pêşwaziya biryara agirbestê kir

NAVENDA NÛÇEYAN – YPG‘ê pêşwaziyz biryara Konseya Ewlekariyê ya agirbesta li Sûriyê kir û diyar kir ku ew ê li hemberî êrşîn artêşa Tirk û çeteyên wê mafên parstina rewa pêk bînin.

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî biryara Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî ya ragihandina agirbestê li Sûriyê ji bo 30 rojan daxuyaniyek weşand.

Daxuaniya ku li ser malpera fermî ya YPG‘ê hatibû weşandin wiha ye:

“Li ser biryara Konseya Ewlekariyê ya hejmara /2401/ ya dîroka Şemî 24‘ê Sibata 2018‘an a bi armanca alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê werin kirin; li tavahî Sûriyê, Efrînê jî di nav de agirbest were ragihand, em wekî Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Paratina Gelê pêşwaziya xwe bi vê biryarê dadighînin.

Em ê biryara Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî ya  rawestandina şer li hemberî hemû dijmînan, ji bilî rêxistina teror a DAIŞ‘ê  bi cih bînin. Lê di heman demê de em ê mafê parastina rewa li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê pêk bînin.

Yekîneyên me soz dide ku ew ê derbasbûna şandeya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên  mirovî ji bo herêmên Efrînê yên di bin serweriya yekîneyên bi ewle bike, da ku alîkariyên mirovî, tenduristî û ji bo dermankirina rewşên awarte yên ku di encama hedefkirina navendên aktîv ji aliyê artêşa Tirk û hêzên alîgirên wê ve  bi ziyan bûne, derbas bibe.

Wekî Yekîneyên Parastina Gel em bang li hemû aliyên ku li Sûriyê şer dikin ku biryara Konseya Ewlekariyê ya Navnetewî pêk bînin.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …