YPG’ê nasnameyên 7 qehremanan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 7 şehîdên qehreman ku di di salên 2014 û 2015’ê di şerên li Serêkaniyê û Cezayê ku di oxira parastina welat de xwîna xwe tevlî axa welat kirin, eşkere kir.

Şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûrî, bi tunekirina terorîzm û paşverûtiya ku ji hemû cîhanê re xeterî çêdike îro hêviya hemû gelên bindest ên cîhanê ye. Di serdemek ku hêvî ji xewnên azadî û wekheviyê hatiye qutkirin de gelê Kurd bi hevkariya gelên azadîxwaz ên herêmê siberojeke ronî ji bo mirovahiyê ava dike. Rûmeta avakeriya vê pêşeroja nû û ronî ji keç û xortên ciwan ên gelê Kurd re maye.

Şoreşa Rojavayê Kurdistan encama ked û fedakariya bi hezaran şehîdan e. Bi hezaran şehîdên ku ji bo xewnên azadî û demokrasî giyanê xwe diyarî zarokên welatê xwe kirin. Bi hezaran şehîdên ku bi coş û kelecanek mezin ramanên Rêber Apo di xaka Rojava de kêl bi kêl neqişandin. Di oxira parastina welat de xwîna xwe tevlî axa welat kirin. Ew şehîd in ku ji Kobanê heya Serêkaniyê, heya Minbic, Reqqa û niha jî Dêrezor bûn îlhama têkoşîna li dijî terorîzmê. Em îro jî heft rêhevalên xwe yên ku di navbera meha Adarê ya 2014an û Adara 2015an, li cîh û demên cûda de gihîştine şehadetê radigihînin.

Weke YPG û YPJ em di serî de ji malbatên van şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku emê bîranîna wan di têkoşîna xwe de bidin jiyankirin.

Nasnameyên şehîdan wiha ye:

Agirîn Herekol

Nav û Paşnav: Agirîn Herekol

Navê Rast: Rahşan Atak

Navê Dayîkê: Nafîse

Navê Bav: Huseyîn

Cihê ji Dayîkbûnê: Sêrt

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Adar 2014 – Cezaa

Avînar Xerzî

Nav û Paşnav: Avînar Xerzî

Navê Rast: Berivan Çalişan

Navê Dayîkê: Helîme

Navê Bav: Eşref

Cihê ji Dayîkbûnê: Wan

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Adar 2014 – Cezaa

Brûsk Serhed

Nav û Paşnav: Brûsk Serhed

Navê Rast: Mehmed Şorlî

Navê Dayîkê: Munasîp

Navê Bav: Mehmed Seîd

Cihê ji Dayîkbûnê: Mûş

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Adar 2014 – Cezaa

Demhat Ûrfa

Nav û Paşnav: Demhat Ûrfa

Navê Rast: Yûnûs Şale

Navê Dayîkê: Fatma

Navê Bav: Bekîr

Cihê ji Dayîkbûnê: Amed

Cîh û Dîroka Şehadetê: 23 Îlon 2014 – Rebîa

Fîraz Makû

Nav û Paşnav: Fîraz Makû

Navê Rast: Yûsûf Agent

Navê Dayîkê: Zerîfe

Navê Bav: Mistefa

Cihê ji Dayîkbûnê: Makû

Cîh û Dîroka Şehadetê: 27 Adar 2014 – Cezaa

Hogir Amed

Nav û Paşnav: Hogir Amed

Navê Rast: Hasan Derin

Navê Dayîkê: Besra

Navê Bav: Ebdullah

Cihê ji Dayîkbûnê: Amed

Cîh û Dîroka Şehadetê: 16 Adar 2015 – Serêkaniyê

Zagros Med

Nav û Paşnav: Zagros Med

Navê Rast: Mehmed Newroz Bingol

Navê Dayîkê: Fatma

Navê Bav: Ubeydullah

Cihê ji Dayîkbûnê: Mûş

Cîh û Dîroka Şehadetê: 28 Gulan 2014 – Serêkaniyê

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …