NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê nasnameyên 6 şervanên xwe ku li Reqa, Dêrazor û Tebqayê şehîd bûne eşkere kir. Komîteya Gaziyan a Rojava li ser şehadeta rêhevalê xwe Deştî Amanos daxuyanî da.
Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bakurê Dêrazorê bi hemû hêza xwe didome. Di 7 û 8’ê kanûna 2017’an de li herêmê di şerekî giran de 3 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) gihiştin şehadetê.
Li gorî zanyariyên ji Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya YPG’ê, li bajarê Reqqa jî di nav kar û xebatên paqijkirina mayînan de 2 şervan şehîd bûne. Şervanê bi navê Deştî Amanos jî, ku yek ji gaziyên Kobanê bû, li bajarê Tebqayê dema li ser karê xwe bû gihîşte şehadetê.
ji bo eşkerekirina nasnameyên van hersê pakrawanan daxuyaniyek da raya giştî.
YPG’ê girêdayî mijarê li ser malpera xwe ya internetê daxuyaniyek belav kir û ji malbatên van şehîdan re sersaxî xwest. YPG’ê di daxuyaniya xwe de soz da hemû cangoriyên azadiyê ku wê hertim riya wan bişopîne.
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
Nasnav: Deştî Amanos
Nav û paşnav: Dildar Henan
Navê dayîkê: Fethiya
Navê bav: Yûsûf
Cihê jidayîkbûnê: Efrîn
Cîh û dîroka şehadetê: Tebqa/6’ê kanûna 2017’an
Nasnav: Agirî Hesekê
Nav û paşnav: Elî Qureyş
Navê dayîkê: Sabah
Navê bav: Silêman
Cihê jidayîkbûnê: Til Berak
Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor/7’ê kanûna 2017’an
Nasnav: Demhat Hesekê
Nav û paşnav: Ehmed El-Sayîr
Navê dayîkê: Terfa
Navê bav: Ebid
Cihê jidayîkbûnê: Til Temir
Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor/7’ê kanûna 2017’an
Nasnav: Dilsoz Til Temir
Nav û paşnav: Îsam Izzo
Navê dayîkê: Eliya
Navê bav: Elî
Cihê jidayîkbûnê: Til Temir
Cîh û dîroka şehadetê: Dêrazor/8’ê kanûna 2017’an
Nav û paşnav: Ehmed El-Nasir
Navê dayîkê: Helale
Navê bav: Elî
Cihê jidayîkbûnê: Keramê
Cîh û dîroka şehadetê: Reqa/5’ê kanûna 2017’an
Nav û paşnav: Macid El-Mihawiş
Navê dayîkê: Meryem
Navê bav: Xelef
Cihê jidayîkbûnê: Keramê
Cîh û dîroka şehadetê: Reqa/5’ê kanûna 2017’an.