NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Gel nasnameyên 4 cangoriyên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Dêrazorê de jiyana xwe ji dest dane, ragîhand.
Navenda Ragîhandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo eşkerekirina nasnameyên cangoriyên azadiyê ku di pêngava rizgariya Dêrazorê ya Bagera Cizîrê de, şehîd bûne îro daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li gorî daxuyaniya YPG’ê, di navbera 13 û 14’ê mijdara 2017’an di sere li herêmê de, 3 şervan gihîştine şehadetê, her wiha şervanek jî di qezaya trafîkê de, li bajarê Dirbêsiyê şehîd bûye.
YPG’ê di daxuyaniya xwe de ji malbatên cangoriyan û tevahiya gelê welatparêz re, sersaxî xwest û soza şopandina riya şehîdan dûbar kir.
Nasnameya şehîdan wiha ne:
Nav û paşnav: Elîşêr Dirbesiyê
Navê rast: Ziyad Hemed
Navê dayîkê: Alya
Navê bav: Hemîd
Cihê jidayîkbûnê: Dirbesiyê
Cîh û dîroka şehadetê: 13’ê Mijdara 2017’an/Dêrezor
*************************
Nav û paşnav: Rûbar Til Temir
Navê rast: Beşar El-Ebdî
Navê dayîkê: Sebha
Navê bav: Ebid
Cihê jidayîkbûnê: Til Temir
Cîh û dîroka şehadetê: 14’ê Mijdara 2017’an/Dêrezor
**************************
Nav û paşnav: Şaban Dirbesiyê
Navê rast: Mihemed Xelîl El-Omer
Navê dayîkê: Zehra
Navê bav: Hemîdo
Cihê jidayîkbûnê: Dirbesiyê
Cîh û dîroka şehadetê: 13’ê Mijdara 2017’an/Dêrezor
**************************
Nav û paşnav: Xebat Dirbesiyê
Navê rast: Cîhad Xelîl
Navê dayîkê: Resmiya
Navê bav: Ehmed
Cihê jidayîkbûnê: Dirbesiyê
Cîh û dîroka şehadetê: 13’ê Mijdara 2017’an/Dirbesiyê