NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê nasnameyên 4 şervanên xwe ku di pêngava Bagera Cizîrê û operasyona paqijkirinê ya Reqayê de gihiştine şehdaetê eşkere kir.
Li gorî zanyariyên ji Navenda Çepemenî û Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel, 3 şervanên ku cihê xwe di pêngava Bagera Cizîrê de digrin di demên cuda de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi qehremanî şer kirin û gihiştin şehadetê, li Reqayê jî di operasyona paqijkirinê de şervanek şehîd bûye.
Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir DAIŞ li Bakurê Suriyeyê roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe û pêngava rizgariyê ya bi pêşengîtiya QSD, Meclîsa Leşkerî ya Dêrazor, YPG û YPJ’ê bi xwe re destkeftiyên mezin ava kiriye.
YPG’ê destnîşan kir ku ev destkeftî bêyî guman bi bedelên giranbûha hatine bidestxistin û ji bo ku yek çete jî li axa Rojava û Bakurê Suriyeyê nemîne tekoşîna wan wê hertim berdewam bike.
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin de hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî hatin bibîranîn, ji bo malbatên şehîdan sersaxî hate xwestin û soza pêkanîna xeyalên şehîdan a azadiyê careke din hate nûkirin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ne:
Nasnav: Cîgerxwîn Qamişlo
Nav û paşnav: Elî Îbrahîm
Navê dayikê: Meryem
Navê bav: Hemîd
Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor/15’ê çileya 2018’an
Nasnav: Hazim Şedadê
Nav û paşnav: Elî El-Hesen
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Xelef
Cihê Jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor/20’ê mijdara 2017’an
Nav û paşnav: Hesen El-Hisên
Navê dayikê: Cewhera
Navê bav: Enter
Cihê jidayikbûnê: Şedadê
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor/14’ê çileya 2018’an
Nasnav: Rênas Erzurum
Nav û paşnav: Şahap Dogan
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Celal
Cihê Jidayikbûnê: Erzurum
Cih û dîroka şehadetê: Reqqa/13’ê çileya 2018’an