YPG’ê nasnameya şehîdên berxwedana Bakurê Sûriyê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê nasnameya 11 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Dêrazorê û Reqayê de şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragîhandin û çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 11 şervanên YPG’ê yên di berxwedana Dêrazor, Reqqa û Berxwedana Efrîn bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Daxuyaniya navenda Ragîhandina YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wihaye:

Pêngava Bagera Cizîrê ya ku bi armanca rizgarkirina bakûrê bajarê Dêrezorê hatibû destpê kirin, bi hemû leza xwe didome. Şervanên QSDê, bi tevlîbûneke xurt ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor û bi pêşengtiya YPG û YPJê bi awayekî lez pêşve diçin.

Çeteyên ku rêya xelasbûnê nabînin, bi awayekî hovane êrîş dibin ser sîvîlan û bi taktîkên întîxarî dixwazin encam bigirin. Dîsa çeteyên ku bi armancê di malekê de xefk danîbûn, roja 2ê cotmehê di maleke bi teqemenî ve dagirtî, 4 hevalên me şehîd ketin. 5 hevalên din yên ku di pêşketina operasyonê de bi awayekî serkeftî cîh girtin, li bakûrê bajarê Dêrezorê li cîh û demên cûda de gihîştin şehadetê.

Li Reqqaya rizgarkirî kar û xebatên paqijkirina mayinan didome. Roja 3ê cotmehê li vê derê hevalekî me dema bi erka bêbandorkirina mayinan ve mijûl bû, di encama teqîna mayinekê de gihîşt şehadetê.

Êrîş û binpêkirinên artêşa Tirk ya dagirker û çeteyê girêdayî wê ya li ser Efrînê didome. Di dîroka 2ê cotmehê de di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser herêma Eyn Deqnê, hevalek me gihîşt şehadetê.

Em weke YPG û YPJ di serî de ji malbatên şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxî dixwazin û soz didin ku emê xwîna hevalên xwe li erdê nehêlin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Alan Serêkanî

Nav û Paşnav: Alan Serêkanî
Navê Rast: Esed Ehmed Gurî
Navê Dayîkê: Şamsa
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkanî
Cîh û Dîroka Şehadetê: 02/11/2017 – Dêrezor

Argêş Koçer

Nav û Paşnav: Argêş Koçer
Navê Rast: Ferheng Abdî
Navê Dayîkê: Şaha
Navê Bav: Îbrahîm
Cihê ji Dayîkbûnê: Dêrik
Cîh û Dîroka Şehadetê: 03/11/2017 – Dêrezor

Çekdar Til Temir

Nav û Paşnav: Çekdar Til Temir
Navê Rast: Ebdilezîz Derwêş
Navê Dayîkê: Emşe
Navê Bav: Mehmûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Til Temir
Cîh û Dîroka Şehadetê: 01/11/2017 – Dêrezor

Rêzan Dogan

Nav û Paşnav: Rêzan Dogan
Navê Rast: Mihemed Kirt
Navê Dayîkê: Efre
Navê Bav: Mehmûd
Cihê ji Dayîkbûnê: Şedadê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 03/10/2017 – Dêrezor

Udey Hesekê

Nav û Paşnav: Udey Hesekê
Navê Rast: Hemîd Salih
Navê Dayîkê: Nûfa
Navê Bav: Salih
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 1/11/2017 – Dêrezor

Sinbil HEsekê

Nav û Paşnav: Sinbil HEsekê
Navê Rast: Iyed Elî Hemîd
Navê Dayîkê: Fehîme
Navê Bav: Elî
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê:  3/11/2017 – Dêrezor

Mazlûm Herîrî

Nav û Paşnav: Mazlûm Herîrî
Navê Rast: Beşar Dexîl
Navê Dayîkê: Nûriye
Navê Bav: Esad
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 3/11/2017 – Dêrezor

Cûdî Serêkanî

Nav û Paşnav: Cûdî Serêkanî
Navê Rast: Taha Tirkî Hamam
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Tirkî
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkanî
Cîh û Dîroka Şehadetê: 2/11/2017 – Dêrezor

Medenî Hesekê

Nav û Paşnav: Medenî Hesekê
Navê Rast: Elî Silo
Navê Dayîkê: Fatma
Navê Bav: Eyub
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 3/11/2017 – Reqqa

Serbest Serêkanî

Nav û Paşnav: Serbest Serêkanî
Navê Rast: Mehmed Seîd Xelifa
Navê Dayîkê: Zehra
Navê Bav: Seîd
Cihê ji Dayîkbûnê: Serêkanî
Cîh û Dîroka Şehadetê: 2/11/2017 – Dêrezor

Êrîş Efrîn

Nav û Paşnav: Êrîş Efrîn
Navê Rast: Ebdûlqadir Miho
Navê Dayîkê: Bedriye
Navê Bav: Neşet
Cihê ji Dayîkbûnê: Şam
Cîh û Dîroka Şehadetê: 2/11/2017 – Efrîn

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …