YPG`ê nasnameya şehîdên Bagera Cizîrê û Reqayê eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 8 şervanên ku di dîroka navbera 25-30`ê Îlonê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn û nasnameya şervanekî ku di  berxwedaniya 25`ê Îlonê de li Reqayê şehîd bibû, eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 9 cangoriyên azadiyê eşkere.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

“Pêngava Bagera Cizîrê ya bi armanca rizgarkirina bakurê bajarê Dêrezorê ji çeteyan bi hemû dijwariya xwe didome. Li bakurê Çemê Firatê pêşdeçûna şervanên QSD`ê bi piştgirî û tevlîbûna Meclîsa Leşkerî ya Dêrezor, gelê herêmê û di bin pêşengtiya YPG û YPJ`ê de didome.

Rojên çûyî bajaroka Siwerê piştî şerên giran ji çeteyan hatibû rizgarkirin. Di encama şerên giran de piştî ku li başûrê Siwêr 3 mezrayên din jî hatin rizgarkirin, şervan ji çar baskan ve ketin tevgerê. Pêşdeçûnên ewqas bilez û bibandor jî bi saya fedakartî û lehengiya şervanên azadiyê pêkan e.

Di navbera dîrokên 25 û 30`ê Îlonê de li vê herêmê, di dema şerên giran de heşt hevalên ku ji pêkhateya Ereb û zarokê herêmê bixwe ne, ji bo rizgarkirina axa xwe bi lehengî şer kirin û gihîşin şehadetê.

Herwiha nasnameya rêhevalê me Ehmed El-Sayîr ku di berxwedana 26’ê Îlonê li Reqayê gihiştibû şehadetê bi vî awayî tê ragihandin.

Em weke YPG û YPJ`ê, di serî de ji malbatên şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku heya di herêmê de yek bermahiyeke çeteyan nemîne em ê şerê wan bidomînin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Botan

Nav û Paşnav: Botan

Navê Rast: Silêman Merwan

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Merwan

Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezwere

Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê

Dijwar Cerablus

Nav û Paşnav: Dijwar Cerablus

Navê Rast: Mehmûd Ibrahîm

Navê Dayikê: Ayişe

Navê Bav: Ebdûlah

Cihê Ji Dayikbûyînê: Cerablus

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê

Dilxwaz Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Dilxwaz Serêkaniyê

Navê Rast: Silêman Çaçan

Navê Dayikê: Rabaa

Navê Bav: Xidir

Cihê Ji Dayikbûyînê: Menacîr

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê, Siwêrê

Ehmed El-Sayîr

Nav û Paşnav: Ehmed El-Sayîr

Navê Dayikê: Emîra

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûyînê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: 26-09-2017 Reqa

Hogir

Nav û Paşnav: Hogir

Navê Rast: Ebûd

Navê Dayikê: Fide

Navê Bav: Mişrfe

Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezra

Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê

Murad Cezra

Nav û Paşnav: Murad Cezra

Navê Rast: Mihemed Şelaş

Navê Dayikê: Xidre

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezra

Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê

Şervan Til Temir

Nav û Paşnav: Şervan Til Temir

Navê Rast: Qasim Betîran

Navê Dayikê: Emîne

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûyînê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 25-09-2017 Dêrazorê

Şiyar Til Koçer

Nav û Paşnav: Şiyar Til Koçer

Navê Rast: Qaim Hesen

Navê Dayikê: Resmiye

Navê Bav: Xidir

Cihê Ji Dayikbûyînê: Til Koçer

Cih û Dîroka Şehadetê: 30-09-2017 Dêrazorê

Umran Cezra

Nav û Paşnav: Umran Cezra

Navê Rast: Elî Hemîd

Navê Dayikê: Xelfe

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûyînê: Cezwere

Cih û Dîroka Şehadetê: 27-09-2017 Dêrazorê.”

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …