Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi dîroka 26’ê Sibatê li bajarê Hesekê rêhevalê me Moro Hesekê encama nexweşiyeke giran gihiştiye şehadetê. Her wiha rêhevalê me ku li eniya Dêrazorê erk û peywirê xwe pêk dianî û mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê hawirdorê Dêrezorê çandibû ji bo rakirina wan xebat dida meşandin,  di dîroka 1’ê Avrêlê encama pêlêkirina mayinekê çeteyan şehîd bû.

Em weke YPG’ê girêdayî bîranînên her du şehîdên me bimînin û armanc û xeyalên wan ji bo pêkbînin li hember dagirkeran heya dawî tekoşîna xwe bidomînin. Em di kesayeta Şehîd Moro û Şehîd Quwetlî de tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Moro Hesekê

Nav û Paşnav: Xalid El Elî

Navê Dayikê: Redhe

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 26 Sibat 2018

 

Nasnav: Quwetlî Hesekê

Nav û Paşnav: Musa Ebdilxanim

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Ebid

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 1 Avrêl 2018.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ