YPG`ê nasnameya 7 şehîdan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 7 cangoriyên azadiyê eşkere kirin.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 şevanên YPG`ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʺBi pêşengtiya hêzên QSD û şervanên YPG-YPJ Pêngava Bagera Cizîrê ya Rizgarkirina Dêrazorê bi hemû dijwariya xwe berdewam dike û roj bi roj pêşveçûnên şervanan li bejahiya Dêrezorê çêdibe. Her wiha operasyonên paqijkirina çeteyan li herêmê didome. Di van operasyonan de şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de diqewime.

Li ser vê bingehê di navbera 3-6 Sibatê de operasyonên ku li ser çeteyan hat lidarxistin de 7 rêhevalên me li dijî çeteyan bi qehremanî şer kirine û gihîştine şehadetê.

Em weke hêzên YPG û YPJ`ê di kesayeta şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Em serî de sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê me yê berxwedêr re dixwazin. Me soza ku daye şehîdan û gelê xwe em ê li Rojava û Bakurê Suriyê ji teror û terorîstan paqij bikin bê rawestandin têbikoşin, careke din soza xwe nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Berxwedan Behiye

Nasnav: Berxwedan Behiye

Nav û Paşnav: Hemîd Emîr

Navê Dayikê: Neîme

Navê Bav: Feyad

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Sibat 2018

Dilbirîn Til Berak

Nasnav: Dilbirîn  Til Berak

Nav û Paşnav: Elî El Îsa

Navê Dayikê: Helala

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Sibat 2018

Dilgeş Serêkaniyê

Nasnav: Dilgeş Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihemed Kalo

Navê Dayikê: Fethiye

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 5 Sibat 2018

Masîro Serêkaniyê

Nasnav: Masîro Serêkaniyê

Nav û Paşnav: Mihemed Îso

Navê Dayikê: Zekiye

Navê Bav: Cemîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 5 Sibat 2018

Şivan Enteriyê

Nasnav: Şivan Enteriyê

Nav û Paşnav: Wail Xelef

Navê Dayikê: Bedîa

Navê Bav: Yusif

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Sibat 2018

Şivan Tamne

Nasnav: Şivan Tamne

Nav û Paşnav: Xalid Ibrahîm

Navê Dayikê: Erne

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 6 Sibat 2018

Teysîr Mihemed

Nav û Paşnav: Teysîr Mihemed

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 3 Sibat 2018.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …