NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 7 şervanên YPG`ê ku di dîroka di navbera 17-20`ê Îlonê di Pêngava Bagera Cizîrê û Hemleya Rizgarkirina Reqayê şehîd bibûn, eşkere kir.
Navenda Raghandina YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 7 cangoriyên Pêngava Bagera Cizîrê û Hemleya Rizgarkirina Reqayê, eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Li Reqayê, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêşengtiya YPG û YPJ`ê xwedî meşa serfiraziyê ne û roj bi roj nêzîkê rizgariya dawî ya bajar dibin. Li herêmên ku çete tê de dorpêç û bêçare mane şerê azadiyê hê jî dijwar e û şervan ji bo azadiya welatiyên hêsîr hemû jiyana xwe dikin qurban.
Li bakurê Dêrazorê jî Pêngava Bagera Cizîrê di qonaxekî nû û girîng de derbas dibe, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê bi piştevanî û pêşengtiya QSD û YPG`ê xwe gihandine nêzîkê çemê Firatê û çep û rast li çeteyan dixin. Ruxmê êrişên rejîma Sûrî û balafirên Rûsî, şervan di wê herêmê de xwedî serwerî ne û ji bo rizgarkirina welatiyan plan û çalakiyên nû pêk tînin.
Di şerên ku di di çarçoveya van her du pêngavan de hatine meşandin ji 17 heta 20’ê Îlonê heft rêhevalên me li Reqa û bakurê Dêrazorê gihiştine şehadetê û em îro nasnameya wan radigihînin.
Di nava şehîdên Bagera Cizîrê de şehîd Xwînrêj Cûdî heye ku cihê xwe di nava yekîneya tendirustiyê ya YPG`ê de digirt. Di sihara 17’ê Îlonê de dema ku Xwînrêj û hevalên wî li bakurê Dêrazorê bi hawara welatiyên sivîl ve diçun da ku zarokekî birîndar xilas bikin, maşîneya wan rastî mayîna çeteyan tê û di encama teqînê de rêhevalê me Xwînrêj şehîd dibe.
Weke YPG û YPJ`ê em di serî de ji malbata van şehîdan ji tevahî gelê Rojava û Bakurê Sûriyê re sersaxî dixwazin. Şehîdên me bi hebûna xwe jiyana me ya şoreşgerî bandor kirin û bi fedakariya xwe gavekî din gelê xwe nêzîkê azadiyê kirine. Şehîdên me yên qehreman jiyana me ne û em ê li pey şopa wan bin.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Dilbirîn Qamişlo
Nav û Paşnav: Mihemed Cidan Murad
Navê Dayikê: Zubeyde
Navê Bav: Cidan
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê
Nasnav: Heqî Hesekê
Nav û Paşnav: Yusif Silêman Ekla
Navê Dayikê: Hind
Navê Bav: Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 20-09-2017 Dêrazor
Nav û Paşnav: Ismaîl Silêman
Navê Dayikê: Wedhe
Navê Bav: Yehya
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo
Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê
Nasnav: Serxwebûn Til Temir
Nav û Paşnav: Macid Hisên
Navê Dayikê: Leyla
Navê Bav: Omer
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: 17-09-2017 Reqa
Nasnav: Seyîd Til Hemîs
Nav û Paşnav: Ebdûlhemîd Mihemed
Navê Dayikê: Wedhe
Navê Bav: Seyîd
Cihê Ji Dayikbûnê: Til Hemîs
Cih û Dîroka Şehadetê: 18-09-2017 Reqa
Nasnav: Xelîl
Nav û Paşnav: Xelîl Kirow
Navê Dayikê: Xinse
Navê Bav: Qewas
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa
Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Reqa
Nasnav: Xwînrêj Cûdî
Nav û Paşnav: Mahsun Neyman
Navê Dayikê: Gulê
Navê Bav: Mehmet Sait
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: 17-09-2017 Dêrazor.”