Navenda Ragihandina YPG`ê nasnameya 6 şervanên YPGʹê yên di di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne eşkere kir.
Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyek nasnameya 6 şervanên ku di navbera 10 û 13 tebaxê şehîd bûne eşkere kir û sersaxî ji malbatên tekoşeran re xwest.
Daxuyaniyê wiha ye:
Pêngava Rizgarkirina Reqqa bi awayekî dijwar didome. Bi gihandina her du baskan (rojhilat-rojava) pêşveçuyînên şervanan zêdetir dibe û hebûna çeteyên DAIŞ’ê ya Reqqayê ber bi tunebûyînê ve diçe. Bi vê ve girêdayî ji ber tengavbûnê çeteyên DAIŞ’ê pêşveçûyîna şervanan asteng çêbike û hebûna wî ku ber bi dawîbûyînê ve ye bidomîne bi hemû hêza xwe êrişên çeperên şervanên azadiyê dike. Li hember van êrişan şervanên me yên YPG û YPJ jî cihê xwe pêngavê de digre, bi tundî bersiva çeteyan didin, armanc û hedefên çeteyan vala tên derxistin.
Di navbera 10 û 13’ê Tebaxê de 6 şervanên me ji bo pêşveçuyîna pêngavê ku li ser çeteyan operasyon kiribûn heya dawî şer kirin û bi lehengî gihîştin şehadetê.
Em weke YPG û YPJ hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bibîrtînin û sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin.
Nasnameyên pakrewanan wiha ye:
Nasnav: Cîger Kemal
Nav û Paşnav: Macid Şelaş
Navê Dayikê: Tirfet
Navê Bav: Casim
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 4 Tebax 2017
=====
Nasnav: Dilşêr Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Beşar Omer
Navê Dayikê: Hebeş
Navê Bav: Hesen
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 13 Tebax 2017
=====
Nasnav: Esed Rojava
Nav û Paşnav: Tirkî Şimet
Navê Dayikê: Menal
Navê Bav: Sefwan
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Tebax 2017
=====
Nasnav: Medenî Hesekê
Nav û Paşnav: Qasim Osman
Navê Dayikê: Xelfa
Navê Bav: Suphî
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 10 Tebax 2017
=====
Nasnav: Sînan Serêkaniyê
Nav û Paşnav: Cuneyd El Hecî
Navê Dayikê: Fayza
Navê Bav: Ziyad
Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 12 Tebax 2017
======
Nasnav: Zana Reqqa
Nav û Paşnav: Ebdilhemîd El Mihemed
Navê Dayikê: Eweş
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 11 Tebax 2017