Daxuyanî wiha ye:

Di Berxwedana Serdemê ya ku ketiye roja xwe ya 68‘an de li hember faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wê, şervanên me bi bîr û baweriyeke mezin tekoşînek bê hempa dimeşînin. Bi bîr û baweriya ku ji raman û felsefeya jiyana azad girtine û bi zanebûna ku sekna li hemberî dagirkeriyê li ser navê tevahî mirovahiyê di jiyana azad de israrkirin e, berxwedana me didome.

Rêhevalên me bi coş, moral, vîn û lehengiyeke mezin di çeperên pêş de li berxwe didin û bi vê sekna xwe ve dîroka berxwedanê zindî kirin, di rûpelên fedayiyan de navên xwe neqişandin. Rêhevalên me Sîpan Xelat, Amed Botan, Hemze Întîqam, Egîd Cotkar, Rizgar Amed û Ferhad Zagros yên ku di demên cuda yê di Berxwedana Serdemê de heya dawiyê têkoşiyan û gihîştin şehadetê carek dîtir ispat kirin ku, vîna ji gelê xwe girtine û girêdana axê encama wê misoger serkeftin e.

Em weke Fermandariya YPG’ê ya Efrînê dema ku nasnameyên van her şeş hevalên xwe radigihînin em ji tevahî gelê xwe û malbatên van hevalan re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soza bi bîranîna wan ve girêdan û heya serkeftinê rêya şehîdan şopandin, nû dikin.