YPG`ê nasnameya 5 têkoşeran eşkere kir

 

NAVENDA NÛÇEYAN- Raghandina YPG`ê nasnameya 5 şehîdên hemleya rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir û ji bo şehadeta têkoşer Gabar ê welatiyê Frensa ye sersaxî ji gelê Rojava û Fransayê re xwest.

Raghandina YPG`ê di daxuyaniyeke nivîskî de raghand ku 5 hevalên wan di navbera 7-23`ê îlonê li hemleya rizgarkirina Reqayê û Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûne. Her wiha da zanîn ku di nava şehîdên Reqqayê de, şervanê YPG`ê Gabar ku hemwelatiyê Fransa heye û di westiyeta xwe de wiha nivîsandiyeʺDema ez şehîd bikevim min li Rojava veşêrin”.

Daxuyanî wiha ye:

ʺPêngava Rizgarkirina Reqqa a ku Hêzên Sûriya Demokratîk bi pêşengtiya şervanên YPG û YPJ dimeşînin ji bo gelên herêmê û tevahî cîhanê bûye cihê hêviyê. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku artêşên dewletan xwe li ber nedigirtin bi îrade û yekitiya di navber hêzên QSD’ê rojên xwe yên dawiyê jiyan dikin. Ji bo rakirina vê taritiyê, ji bo rizgarkirina gelên bindest û çandina dendika hêviyê di dilê wan de gelek qehremanan jiyana xwe kirin qûrban.

Li Dêrezorê, Meclisa Leşkerî ya Dêrê û aliyên di nav QSD’ê de ruxmê êrişên rejîma Sûrî gelek nuqteyên stratejîk ji destê çeteyan rizgar kirine û bi hezaran welatiyên sivîl gihandine ewlehiyê. Şerê rizgariyê li wir jî bi awayekî dijwar dewam dike.

Îro em nasnameya pênc rêhevalên xwe radigihîn ku di navbera 7 û 23’ê Îlonê di şerê Rizgarkirina Reqqa û Pêngava Bagera Cizîrê ya Dêrezorê de gihiştine şehadetê.

Di nava şehîdên Reqqayê de, hevalê Gabar ku hemwelatiyê Fransa ye di 2016’an de tevlî Yekîneyên Parastina Gel dibe, di hevpeyvînekî xwe ligel Navenda Ragihandina YPG’ê de dibêje: “Ez tevlî YPG bûme da ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de cihê xwe bigirim. Ez bawer dikim kesê ku ji azadiya xwe û derdorê xwe re rêzê digire bi her awayî be wê alîkariya vê dozê bike.”

Rêheval Gabar di sala 2015’an de Tevgera Azadiyê nas dike û piştî beşdarbûna xwe di nav YPG’ê de tevlî pêngavên rizgarkirina Şedadê û Minbicê dibe, li wir birîndar dibe lê bi dilekî xurt di têkoşîna YPG’ê de israr dike û tevî rêhevalên xwe berê xwe dide navenda çeteyên DAIŞ’ê li Reqqayê.

Gabar bavê zarokekî, di jiyana xwe de xwedî tecrûbeyekî dirêj ya leşkerî ye. Di wesiyeta xwe de ew dinvîsîne ku “Dema ez şehîd bikevim min li Rojava veşêrin.” Bi wî awayî girêdana di navbera gelan de nîşan dide û heta dawiyê meşa azadiyê didomîne. Di 7’ê meha Îlonê de Gabar û rêhevalên wî li Reqqayê dikevin pevçûnekî dijwar ligel çeteyên DAIŞ’ê. Ruxmê birîndariya xwe Gabar heta kêliya dawiyê jî li ber xwe dide û bi qehremanî digihîje şehadetê.

Weke YPG û YPJ, ji tevahî gelên Rojava û Fransa re sersaxiyê dixwazin û carekî din soza xwe nû dikin ku emê şopdarê heqîqeta şehîdan bin û têkoşîna wan dewam bikin.

Nasnameya şehîdan wiha ye:

Berxwedan Hesekê

Nasnav: Berxwedan Hesekê

Nav û Paşnav: Berxwedan Miêş

Navê Dayikê: Şaha

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 23-09-2017 Reqqa

Dilgeş Botan

Nasnav: Dilgeş Botan

Nav û Paşnav: Mesut Durak

Navê Dayikê: Bişek

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê

Gabar Légionnaire

Nasnav: Gabar Légionnaire

Nav û Paşnav: Frederichenri Georges Demonchaux

Navê Dayikê: Gisele

Navê Bav: Yves

Cihê Ji Dayikbûnê: Juvisy-Sur-Orge 1968

Cih û Dîroka Şehadetê: 07-09-2017 Reqqa

Mazlûm Hesekê

Nasnav: Mazlûm Hesekê

Nav û Paşnav: Ela Tifêhî Deham

Navê Dayikê: Hilwe

Navê Bav: Tifehî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 20-09-2017 Şedadê

Xebat Dêrik

Nasnav: Xebat Dêrik

Nav û Paşnav: Siyabend Nasir

Navê Dayikê: Şeyma

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Musul

Cih û Dîroka Şehadetê: 16-09-2017 Dêrezorʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …