NAVENDA NÛÇEYAN– Navenda Çapemeniya YPG’ê nasnameya 5 şervanên YPG’ê yên di hemeleya Rizgarkirina Reqa û Hemleya Bagera Cizîrê de şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyaniya YPG’ê ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hate weşandin wihaye:
Serkeftina Pêngava Rizgarkirina Reqqayê gelek destkeftî bi xwe re anîne, Reqqaya ku bi îradeya şervanên axa xwe û bi piştevaniya gelê xwe hate rizgarkirin; di rastiya xwe de gelên herêmê ji Kurd û Ereb û Siryan ji berê bêhtir nêzîkê hev kiriye. Rizgarkirina Reqqa ezmûnekî serkeftî ya gelên bakurê Sûriyê bû ku bi awayekî hevpar ji zilm û terorê xwe rizgar kirin û niha jî dixwazin çarenûsa xwe bi destê xwe binvîsînin. Bi vê yekê derî ji şoreşa li tevahî Sûriyê vedibe, soza çareseriyê ku di pratîk de pêk hat wê li hemû herêmê de belav bibe.
Piştî îlana rizgarkirina Reqqayê û ser esasê paqijkirina bajar ji bermahiyên teqemenî yên çeteyan, hejmarek zêde ji şervanên YPG’ê, YPJ’ê û pêkhateyên din yên QSD’ê li bajar de mane. Di çarçoveya van xebatan de du hevrêyên me di dîroka 30’ê Cotmehê li Reqqayê gihiştine şehadetê. Herwiha nasnameya hevalê me Dîren Munzur ku roja 15’ê Cotmehê de şehîd bibû îro tê ragihandin.
Ji aliyê din û di Pêngava Bagera Cizîrê a ku bi hemû hêza xwe li herêma bakurê Dêrazorê dewam dike, du hevalên me yên ji pêkhateya Ereb di rojên 26 û 30’ê Cotmehê di çalakî û operasyonên li dijî çeteyan gihiştine şehadetê.
Weke YPG’ê, serî de ji malbata van hevalên şehîd, ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û di kesayeta şehîdên îro hemû cangoriyên azadiyê bi bîr tînin. Şopdariya rêya şehîdan, parastina azadî û pêkanîna biratiya gelan weke her tim wê soza me be.
Nasnameya şehîdan wiha ye:
Nav û Paşnav: Birîndar Bêzar
Navê Rast: Yehya Demirbaş
Navê Dayîkê: Emîne
Navê Bav: Ebûzer
Cihê ji Dayîkbûnê: Malatya
Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-10-2017 Reqqa
====
Nav û Paşnav: Dîren Munzur
Navê Rast: Ramazan Özsubaşi
Navê Dayîkê: Ezîze
Navê Bav: Ehmed
Cihê ji Dayîkbûnê: Amed
Cîh û Dîroka Şehadetê: 15-10-2017 Reqqa
========
Nav û Paşnav: Şervan Hesekê
Navê Rast: Esed Şêx Hisên
Navê Dayîkê: Zeyneb
Navê Bav: Ebdullah
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-10-2017 Dêrazorê
=====
Nav û Paşnav: Şervan Hesekê
Navê Rast: Salih Selman
Navê Dayîkê: Qetna
Navê Bav: Mihemed
Cihê ji Dayîkbûnê: Hesekê
Cîh û Dîroka Şehadetê: 26-10-2017 Dêrazorê
====
Nav û Paşnav: Xebat Batman
Navê Rast: Enver Bariş
Navê Dayîkê: Gulistan
Navê Bav: Yehya
Cihê ji Dayîkbûnê: Batman
Cîh û Dîroka Şehadetê: 30-10-2017 Reqqa