YPG`ê nasnameya 5 şehîdan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 şervanên YPG û şervaneke YPJ`ê ku di dem û cihên cûda de şehîd  bibûn, eşkere kir.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha ye:

ʺDi çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de di dîrokên cuda de rêhevalên me Roj Hol û Şivan Alan operasyonên ku li ser çeteyên DAIŞ’ê hatibû lidarxistin bi lehengî şer kirine û gihîştine şehadetê. Her wiha di 16’ê Adarê de artêşa Tirk a dagirker li hember gundê Kel Hesenakê ya Tirbesipiyê çeperên me hêzên me hedef girtibû û şervanê me Demhat Tirbesipiyê di encama suîqastê de şehîd ketiye.

Du rêhevalên me di encama qezayên cuda gihîştine şehadetê. Rêhevala me Biharîn Qamişlo li Şedadê li ser erk û peywira xwe pêk dianî di encama qezayekî de û rêheval Ciwêd Ibrahîm li Hesekê li ser erkê xwe bû di encama qezaya trafîkê de şehîd ketiye.

Her 5 rêhevalên me ku di demên cuda de tevlî nav refên YPG û YPJ’ê bûne li ser fikra azad xwe perwerde kirine û di jiyanê de bûne xwedî pratîkek berbiçav. Em ê xeyal û armancên wan ji bo pêk bînin, tekoşîna xwe bilind bikin da ku serkeftinê misoger bikin. Li ser vê esasê serî da sersaxiyê ji malbatên wan û hemû gelên me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

 

Nasnav: Biharîn Qamişlo

Nav û Paşnav: Şehîd Elî

Navê Dayikê: Seîda

Navê Bav: Emar

Cihê Ji Dayikbûnê: Qamişlo

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê / 22 Sibat 2018

 

Nav û Paşnav: Ciwêd Ibrahîm

Navê Dayikê: Melîke

Navê Bav: Xalid

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 15 Adarê 2018

 

Nasnav: Demhat Tirbesipiyê

Nav û Paşnav: Hisên Cuma

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Tirbesipiyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Tirbesipiyê / 16 Adar 2018

 

Nasnav: Roj Hol

Nav û Paşnav: Ele Ehmed

Navê Dayikê: Xewle

Navê Bav: Salih

Cihê Ji Dayikbûnê: Musil

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 16 Sibat 2018

 

Nasnav: Şivan Alan

Nav û Paşnav: Hesen El Hesen

Navê Dayikê: Tirfa

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrezor / 25 Çile 2018

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …