YPG`ê nasnameya 4 pakrewanan eşkere kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê nasnameya 4 şehîdan, eşkere kir.

Navnenda Raghandin û Çapemeniyê  ya YPG`ê têkildarî şehadeta şervanên YPG`ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û  sersaxî ji malbata wan re xwest.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG`ê hatiye weşandin wiha  ye:

“Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi pêşengtiya Hêzên Suriya Demoqratîk(QSD) ve berdewam e. Em wek YPG û YPJ`ê eniya herî pêş di pêngavê de cih digirin û ji bo tunekirina faşîzma DAIŞ û rizgarkirina gel di bin zilma çeteyên DAIŞ’ê re erk û berpirsiyartiya ku dikeve ser milê me ji bo pêkbînin, têdikoşin.

Li bajarê Reqayê ku em azad dikin û pêş de diçin, di şerên dawî yên hatin jiyîn de 3 rêhevalê me bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê. Her wiha rêhevalê me Şengal Şivan ku nexweşiya penceşêrê re têdikoşiya li nexweşxaneya Şamê dihat derman kirin ruxmê hemû hewildanan jî gihîştiye şehadetê.

Em wek YPG û YPJ`ê 4 rêhevalên me û hemû şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbatên şehîdan û gelê me re sersaxiyê dixwazin û soza gîrêdanbûna şehîdan nû dikin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Dîno Firat

Nasnav: Dîno Firat

Nav û Paşnav: Radî Iwed

Navê Dayikê: Şemsa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 31 Tîrmeh 2017

———–

Kawa Hemîd

Nasnav: Kawa Hemîd

Nav û Paşnav: Ehmed El Yusif

Navê Dayikê: Feza

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Serêkaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

—————

Şengal Şivan

Nasnav: Şengal Şivan

Nav û Paşnav: Ehmed Mihemed

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Muhsin

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şam / 2 Tebax 2017

———-

Şivan Hesekê

Nasnav: Şivan Hesekê

Nav û Paşnav: Şerîf Hemo

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 3 Tebax 2017

#Beşê_Ragihandinê

#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

 

Check Also

Ji Gelê me û Raya Giştî re!

Jinên wêrek yên vî welatî bi dilsoziyeke mezin sozdariya xwe ye ji nirxên şoreşê re …