YPG`ê nasnameya 12 şehîdan eşkere kir

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina YPG`ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 12 şehîdên Reqayê, Şedadê û Hesekê, îlan kir.

Di daxuyaniya YPG`ê de tê diyarkirin ku li Reqayê 8, di êrîşa li ser gundê Ebû Xeşeb ê Şedadê 3 û hevriyekî wan li Hesekê di encama nexweşiyê de şehîd ketine.

Berferehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Pêngava Rizgarkirina Reqa ya di bin pêşengtiya QSD’ê de bi tevlîbûneke aktîf ya YPG û YPJ`ê didome. Em weke YPG û YPJ`ê bi têkoşîna xwe, her roja ku diçe bi dehan sivîlan û bajarê Reqayê ji çeteyan beş bi beş rizgar dikin. Çeteyên DAIŞ’ê yên ku di Reqa de asê mane û rêyên revê nabînin, di qadên cûda de dikevin nav hewldanên êrîşkirinê. Em jî weke ku me her tim kirî, têkoşîna xwe ne tenê li Reqa, li her derê li hember çeteyan didomînin.

Di şerê li Reqayê de 8 hevalên me di nav pevçûnên giran de bi lehengî şer kirin û şehîd ketin. Her wiha 3 hevalên me li gundê Ebû Xeşeb yê girêdayî Şedadê de di êrişên çeteyên DAIŞ’ê de piştî berxwedanekî bêhempa gihîştin şehadetê.

Her wiha rêhevalekî me ku li bajarê Hesekê erkê xwe pêk dianî,  encama nexweşiyê de gihîştiye şehadetê.

Em şehîdên xwe yên ku bi rihekî leheng şer kirin û gihîştin şehadetê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Di serî de ji malbatên wan re û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

 Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

DELIL MIHEMED

Nasnav: Delîl

Nav û Paşnav: Ibrahîm Ehmed

Navê Dayikê: Nura

Navê Bav: Mihemed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa, Gundê El Cedîde

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tebax 2017

——————

EHMED HEMO

Nasnav: Ehmed Hemo

Nav û Paşnav: Ehmed Hemo

Navê Dayikê: Zilma

Navê Bav: Ebas

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 18 Tebax 2017

EMAR XELEF

Nasnav: Emar Reqqa

Nav û Paşnav: Emar Xelef

Navê Dayikê: Menîfa

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 11 Tebax 2017

MICEWL ELI

Nasnav: Murad Şedadê

Nav û Paşnav: Micwel Elî

Navê Dayikê: Xemîsa

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 17 Tebax 2017

MUHENED EL FERC

Nasnav: Nur Şedadê

Nav û Paşnav: Muhened El Ferec

Navê Dayikê: Newal

Navê Bav: Hesen

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

IBRAHIM KESIR

Nasnav: Rêber Kerama

Nav û Paşnav: Ibrahîm Keser

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Elî

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa, Kerama

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tebax 2017

EBID EL KERIM SEX EL REHIM

Nasnav: Şahîn Xesaniyê

Nav û Paşnav: Ebdilkerîm El Rehîm

Navê Dayikê: Hebşa

Navê Bav: Şêx

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa, Gundê Xesaniyê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tebax 2017

MISTEFA EL EBDELAH

Nasnav: Welat Şedadê

Nav û Paşnav: Mustafa Ebdulah

Navê Dayikê: Xatun

Navê Bav: Ebûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 17 Tebax 2017

MIHEMED EL FEREC

Nasnav: Wîsam Şedadê

Nav û Paşnav: Mihemed El Ferec

Navê Dayikê: Efra

Navê Bav: Casim

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 17 Tebax 2017

EBID EL HEMID MIHEMED

Nasnav: Zana Kerama

Nav û Paşnav: Ebdilhemîd El Mihemed

Navê Dayikê: Elûs

Navê Bav: Ehmed

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqa, Kerama

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa / 10 Tebax 2017

XELIL HISEN

Nasnav: Zekeriya Hisên

Nav û Paşnav: Xelîl El Hisên

Navê Dayikê: Meryem

Navê Bav: Ibrahîm

Cihê Ji Dayikbûnê: Reqqa, Gundê Qana

Cih û Dîroka Şehadetê: Reqqa / 17 Tebax 2017

HEYSEM EL FEREC

Nasnav: Zîr Şedadê

Nav û Paşnav: Heysem El Ferec

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Eshed

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê, Gundê Ebû Xeşeb / 17 Tebax 2017

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …