YPG`ê meşa dirêj a li Ewropayê silav kir

 NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG`ê ya Efrînê meşa dirêj ku li Ewropayê ji aliyê ciwananve hatiye destpêkirin silav kir.

Fermandariya YPG`ê ya Efrînê têkildarî meşa dirêj a Ewropayê daxuyaniyeke  nivîskî weşand.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺMe li Efrîna berxwedêr bihîst ku hejmareke ji ciwanên dilsoz yên Ewropa meşeke dirêj ber bi bajarê aşitiyê Cenevre li dar dixin. Her çiqasî mijûlbûna hêzên me YPG û YPJ`ê bi şerê li hember dagirkeriya Tirk û terorîstên El Qaîde dema me dibe, lê dîsa jî em dixwazin ji vê derê silavên xwe ji were bişînin û vê çalakiya ya bi nirx we pîroz bikin.

Ev dilsoziya we isbat dike ku cudahiya reng, ziman û netewan tucarî nabe asteng li pêşiya mirovatiyê berovajî wê dema gel bi hemû rengên xwe li hember dagirkerî û zilmê serî hildidin û dest didin hev ewqas jî digihêjin hev û bi hevre baş jiyan dikin.

Îro hûn dizanin em li ser xaka xwe li Efrînê rastî êrîşekî bêbext û ne rewa ji aliyê Tirkiyê û terorîstên El Qaîde ve têne. Ev êrîşa bi armanca qirkirina gelê me û jiyana hevbeş a di nava gelan de, heta niha gelek sivîlên me di encama wê de jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn û hîn jî jiyana bi sed hezaran di xeteriyê de ye; ji ber tank û topan û balafirên dewleta Tirk ku nayê rawestandin û bê navber dar û malên sivîlan hedef digrin û binesaziya welatê me û cihên dîrokî xira dikin.

Diyar e, Tirkiyê îro sûcên dij mirovatiyê dike, ji xwe şerê wê ne rewa ye û herêmeke ku bêhtirî 500 hezar koçberên Sûrî digre nava xwe dixe nava xeteriyê, ji lewre ji bo ku mirovatî têk neçe û mirov li vir neyên qirkirin îro hêzên me YPG û YPJ`ê şerê hebûn û nebûnê dimeşînin. Şervanên me ku çawa mirovatî ji DAIŞ’ê parastin, îro di heman astê de li ber xwe didin, tekoşîna me ya ku em pê bawerin ku rûyê rast ên çeteyên Tirk ji bo cîhanê nîşan bide û em bawerin ku cîhan jî wê pir temaşe neke li hovîtiya dewleta Tirk û sûcên ku heta niha kiriye li hember mirovatiyê û wê hesab jê bixwaze; ji ber ku her diçe Tirkiyê ji hemû cîhanê xeteriyê çêdike û dibe hêlîna hemû terorîstan.

Hevalên hêja

Her çiqasî hun dûr bin ji Efrînê, lê em kelecan û hestên we baş dibihîzin. Çawa we bi çalakiyên xwe berxwedana Kobanê tenê nehişt û hun bûn hevparê serkeftina me ya li dijî DAIŞ’ê, îro jî em bawerin hunê gelê me tenê nehêlin û hunê dosyayên komkujiyên dewleta Tirk bigihînin cihê pêwendîdar. Bawerî û hêviya me ew e ku qêrîna zarokên birîndar ên Efrînê wê nehêle mirovatî rehet rehet razê. Îro li vê derê çawa her kes ranazê û di ber xaka xwe de canê xwe dide, em bawerin hunê jî ranewestin û tekoşîna hevpar a li dijî qirkirinê mezin bikin.

Li ser vî bingehî, em weke fermandariya YPG ya Efrînê careke din vê dilsoziya we pîroz dikin û em tekez dikin ku wê dilê gel û şervanê me bi were be di meşa we de. Em ê kêliyên ku hun di çalakiya xwe de derbas dikin bi çalakiyên xwe yê nrewa li hember dagirkerên Tirk û terorîstên wê tije bikin. Soza ku me dabû mirovatiyê dema şerê li dijî DAIŞ’ê her em ê berdewam bikin û tekoşîna xwe mezintir bikin.ʺ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …