YPG`ê li her derê li dagirkeran dixe, herî kêm 50 leşker û çete hatin kuştin

EFRÎN – Şervanên YPG`ê şevê din li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke bi bandor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê lidar xist. Di encamê de, zêdetirî 50 leşker û çete hatin kuştin.

Her wiha duh şev jî şervanên YPG`ê li gundê Elemdara yê navçeya Bilbilê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek pêk anî. Di encamê de erebeyeke ku cebilxane lê hatibû barkirin hat rûxandin û hejmarek leşkerên Tirk hatin kuştin.

 

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Li Dêrezorê Di Operasyoneke Hevpar De 2 Çeteyên DAIŞ’ê Hatin Girtin

Yekîneyên Antî-Terorê “YAT” ên Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkariya hêzên hevpeymaniya navdewletî û hêzên dijî-terorê …