YPG‘ê Ferhad Goyî bîr anî

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya YPG‘ê ya  Efrînê bi daxuyaniyekê şervanê YPG‘ê Ferhat Goyî yê ji Mexmûrê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bû, bi bîr anîn

Daxuyaniya ku li ser malpera YPG‘ê hatibû weşandin, wiha ye:

Berxwedana Serdemê 53 roj ji qehremantî û tekoşînek bê hempa di bajarê Zeytûnan de li pey xwe hişt. Hemû şervan û gel ji bo ku ax, rûmet û çanda xwe ji dagirkeran biparêzin ketin nava serferberiyê de. Efrîn bûye qibleya ku ciwanên Kurd û dostên Kurdan ji her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat  berê xwe didin wir, ji bo ku xwedî li pîroztiya axa ku pakrewanan xwe ji bo wê kirine mertal û bi xwîna xwe avdane, derkevin.

Ferhat Goyî yek ji ciwanên Kurd ên welatparêz yê gelê berxwedêr ji Maxmûrê ye. Wijdana wî êrîşên li ser Efrînê qebûl nekir û ji yekemîn ciwanên ku berê xwe dane Efrînê ye. Bi wê rihê xwe yê ciwan, fedekar, sekna wî yê di jiyanê de ku ji êşa gelê xwe yê Maxmûrê dîtiye, ji bo ku carek din ev êş li gelê Efrînê neyê dubarekirin, berê xwe da Berxwedana Serdemê ya Efrînê.

Rêheval Ferhad di êrîşên hovane yê dewleta Tirk a dagirker ku li navçeya Raco rûda ye bi cesaret, wêrektî û bê ku dudilî jiyan bike bi ser dijmin de çû û heya kêliya dawiyê şerê qirkeran kir û bi wê rihê xwe yê pêşeng gihîşt asta şehadetê. Em weke Fermandariya YPG’ê ya Efrînê soza şopandina riya Rêheval Ferhad û hemû şehîdên şoreşê didin û sersaxiyê serî da ji malbata Rêheval Ferhad, ji gelê Maxmurê û hemû gelê Kurd re dixwazin.

#Beşê_Ragihandinê
#Nivîsgeha_Têkîliyên_Giştî_Ya_YPJ

Check Also

Daxuyaniya Dûrxistina Ehmed Xibêl Ji Erkê Fermandariya Meclisa Dêra Zorê

Piştî demekê ji şopandin û lêkolîna hejmarek rapor û gazinên şêniyan û bi daxwaza girtina …