YPG`ê êrîşa çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra li ser Efrînê vala derxist

EFRÎN – Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) êrîşa çeteyên Fetih El-Şam (Cebhet El-Nusra) û Ehrar El-Şam ên dijî gundê Îska ya navçeya Şêrewa ya Kantona Efrînê  vala derxist.EFRIN-CINDRESE-SIKANDINA-ERISEN-CETEYAN

Çeteyên Fetih El-Şam û Ehrar El-Şam ên bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, ji aliyê Kela Semaan li bakurî Dar Izê, êrîşe noqteyên YPJ û YPG`ê yên li gundê Îska ya navçeya Şêrewa kirin. Li  ser bersivdayîna  şervanan li herêmê şer rû da.

Li gor nûçegîhanê yê li herêmê, çeteyan derdora saet 23:30`an de êrîş kir û şer heta 05:00 sihebê dewam kir. Çeteyan di êrîşa xwe de çekên giran û topên hawan jî bikar anîn. Şervanên YPJ û YPG`ê êrîşa çeteyan vala derxist û derbarê encamên şer de hîna tu agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şervanên YPG û YPJ`ê di 13`ê Hizêranê de, êrîşeke heman rengî a çeteyên Ehrar El-Şam vala derxist û tê de derdora 48 çete hatin kuştin û 7 erebeye hatin ruxandin. Her wiha şervanan gelek çebilxane bi dest xistin.

 

BEŞÊ RAGIHANDINA BUROYA GIŞTΠ YA  YPJ Ê

Check Also

Li Amûdê 4 Şervanên Erka Xweparastinê Şehîd Bûn

Ji çapemenî û raya giştî re Êrişên dewleta Tirk a dagirker li hember Bakur û …